caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Roja Zimanê Dayikê Pîroz Be!

Em wek Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê, 21ê Sibatê – Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li hemû zimanan pîroz dikin.

Ev roj ji aliyê UNESCOyê ve hatiye pejirandin ji bo pîrozkirin û piştgiriya zimanê dayikê. Ev roj di nava teqwîma xebat û çalakiyên me de cihê xwe yê taybet digire. Lewma piştî avabûna wê di 1993’an de û heta niha, Yekmal ji 30 salan zêdetir e bi awayeke xurt û çalak dixebite da ku ji bo zarok û malbatan derfetên perwerdehiyê zêdetir û baştir bike. Ji bo wê jî, pirzimanîbûn û pirzimanîmezinkirina zarokan rolekî sereke dileyze û Yekmal jî bi taybetî li ser vê mijarê disekine.

Pîrozkirina Roja Zimanê Dayikê ji bo me xwedî ciheke taybet e. Lewma jî, ji sala 2010’an ve, em her sal sempozyûmeke berfireh li dar dixin bi beşdariya derdorên cuda yên bi zimên û perwerdehiyê re pêwendîdar. Em gelek pê kêfxweş in ku sempozyûma îsal hevdem ligel 30 saliya dersên kurdî li Almanyayê û 10 saliya yekem hêlîna me ya duzimanî Kita Pîya li Berlînê. Bi boneya van her du pêşveçûn û destkeftiyan, em wek Yekmal tevî Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê (YMK) Û Sendîkaya Perwerdehiya (GEW) şaxa Bremenê, sempozyûma xwe ya 14emîn li ser van her du mijaran li dar dixin.

30 saliya dersên kurdî ne tenê ji aliyê hînkirina kurdî li dibistanan û xurtkirina kurdî di nav malbatan de, herweha ji bo naskirina ziman û nasnameya kurdî li Almanyayê jî qonaxeke gelek  girîng e. Tevî hemû kêmasî û astengiyan, dersên kurdî her diçe zêdetir dibe li Almanyayê û li bajarên nû dersên kurdî vedibin. Îro li 6 eyaletên Almanyayê, ji zêdetirî 3000 zarokên kurd beşdarî dersên kurdî dibin.

10 saliya Kita Pîyayê jî berdewamiya zimanê kurdî di nav nifşên nû de pêk tîne û hêvî dide civaka kurd ku tevî hemû zehmetiyên xwe, pirzimanî mezinkirina zarokan li ser bingeha zimanê dayikê di pratîkê de çêdibe. Serpêhatiyên me yên erênî yên di nava van 10 salan de û kelecanî û baweriya guherînên di nav nifşên bi kurdî radibin, hêzê dide me ku em hejmara hêlînên xwe zêdetir bikin da ku em xwe bigehînin hejmareke mezintir a zarokên kurdan li Almanyayê. Lewma, piştî her du hêlînên xwe yên li Berlînê, em hewl didin ku li bajarên din ên Almanyayê, serî de Bremen, hêlînên nû yên li gorî modela Kita Pîya vekin.

Nûçeyeke din a taybet di nav xebatên me yên ji bo ziman de ev e ku Akademiya Yekmalê bi formeke nû ya fermî û bi naverokeke xurttir derdikeve pêş civakê. Piştî gelek xebat û xizmetên ji bo xurtkirin û pêşvebirina kurdî hem li Berlînê hem jî li Almanyayê, Akademî dê êdî ji aliyê sazûmaniyê ve xurttir bixebite. Di nav hinek xebatên Akademiyê de mirov dikare behsa van xebatên sereke bike: pêkanîna lêkolînên zanistî, lidarxistina perwerdehî û çalakiyên cur bi cur li ser gelek aliyên ziman û perwerdehiyê, amadekirin û çapkirina pirtûkên zarokên pêşdibistanê, rêvebirina ezmûnên kurdî di asta C1 de ji bo kesên dixwazin bibin mamosteyên kurdî an jî wergêr, rêvebirina xebatên piştgiriya dersên kurdî di dibistanên Berlînê de û herweha hevkarî û piştevaniya lêkolîner û saziyên zanistî yên li ser ziman, çand û perwerdehiyê dixebitin.

Em gelekî kêfxweş in ji ber van pêşketin û serkeftinan. Lê dîsa jî, gelek cih û rewş hene ku zimanê kurdî tê piştguhkirin, hem li sazî û dezgehên dewletî de hem jî di jiyana rojane de li Almanyayê. Lewma jî, ew ê hewl û xebatên me bi awayekî xurttir berdewam bin li hemberî hemû zehmetî û astengiyan.

Di vê çarçoveyê de, em careke din dixwazin spasiya hemû xebatkarên Yekmalê, kesên piştgiriya zimanan dikin di rêveberiya senato û wezaretan de, pispor û çalakvanên hevkariya me dikin di xebatên me yên zimanî de, komeleyên kedeke mezin didin ji bo bilindkirina hişmendiya pirzimaniyê, malbatên zimanê xwe yên dayikê diparêzin, bikin.

Roja Zimanê Dayikê Pîroz Be!

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e. V.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG