Akademiya Yekmalê ji bo Ziman, Perwerdehî û Lêkolînê (bi kurtî Akademiya Yekmalê) beşeke Yekmalê ye. Armanca Akademiyê ew e ku lêkolînên zanistî û pêşkêşiya perwerdehiyê li ser gelek aliyên zimanê(n), civakê(n) û çandê(n) kurdan li Almanyayê bi rê ve bibe û li ser bingeha perspektîf û daneyên lêkolînan proje û bernameyan pêk bîne. Du sedemên vê hene: yekemîn, piştgiriyê bide ked û xebatên berfirehtir ên civaka kurd ji bo nasnameya kurd were dîtin, bi awayekî fermî were naskirin û jiyana kurdan were hêzdarkirin; duyemîn, jiyana demokratîk, pirrengî û taybetî jî pirzimanî xurttir bike li Almanyayê. Di vê çarçoveyê de, Akademiya Yekmalê dikare wekî têkiliyek di navbera lêkolîn û pratîka zanistî de were fêhm kirin.
Ji bo ku armanca xwe pêk bîne, Akademiya Yekmalê van xal û mijarên jêr dide ber xwe;
- birêvebirina lêkolînan bi hevkariya zanîngeh û hevkarên din ên ji qada akademiyê,
- pêşkêşkirina çalakiyên perwerdehî, hîndekarî û semîneran ji bo perwerdekar û dêûbavan,
- amadekirin û weşandina materyalên hînbûn û hînkirina ziman,
- lidarxistina çalakî û bernameyan,
- pêkanîna ezmûnên zimanî ji bo bidestxistina bawernameyan di astên cuda de.
Binbeşên sereke yên Yekmal Akademiyê ew in:
- Lêkolînên Akademîk
- Perwerdehî û Hîndekarî
- Organîzasyona Çalakiyan/ Sempozyuma Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî
- NeuBihar: Materyalên Duzimanî
- Dersên Kurdî di Dibistanan de
- TESTKURD
Berpirsiyar: Şerif Derince
Tel.: +49 030 616 25 848
E-Mail: akademie@yekmal.de
Web: www.akademie.yekmal.de