caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal Bremen

Bi hev re em bihêztir in

Ji îlona 2022’an û vir ve, komela Yekmalê (Yekitiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê) wê li şaxê Bremenê jî dest bi kar û xebatan bike. Bi projeyên xwe yên plankirî, emê alîkarî û piştgiriyê bidin civaka kurd, mirovên koçber û ne koçber yên ku li Bremenê û li derdora vê eyaletê dijîn.

Proje û çalakiyên me wê pirzimanî bin (bi kurdî, almanî, erebî, tirkî û herwiha bi zimanên din). Bi vî şêweyî astengiyên ziman ji holê radibin û her kes cihê xwe li ba me dibîne. Ji bilî vê yekê şaxê me ji bo hemû çandan vekirî ye.

Şaxê me yê li Bremenê wê giraniyê bide xebata malbatan. Di vê çarçoveyê de, em di serî de şêwirmendiya pirzimanî ji xwe re dikin armanc. Em ê bi vê proja xwe hewl bidin ku ji malbatan re bibin alîkar û rêyên çareseriyê ji bo pirs û pirsgirêkên wan bibînin. Di heman demê de em kafeyeke malbatan plan dikin, da ku ew bikaribin di atmosferek aram û rihet de ramanên xwe bi hev re parve bikin.

Bi kar û xebatên xwe, em dixwazin roleke giştî di civaka eyaleta Bremenê de bilîzin û hevkariya hevbeş misoger bikin. Di vê çarçoveyê de em amade ne tevlî xebatên tor û saziyên civakî bibin.

Heke pirs û pêşniyarên we hebin, ji kerema xwe dudilî nebin û bi me re têkiliyê deynin:
buro-bremen@yekmal.de an jî 0178 6608852.

Yekmal e.V.

Şaxa Bremenê
Hansestraße 24, 28217 Bremen,