caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal Herford

Pêşvebirina zarokan misogerkirina siberojê ye

Ji bihara 2021-an ve li Herforda Westphaliaya Rojhilat şaxeke me ya Yekmalê heye. Bi projeyên xwe yên plankirî em dixwazin cihêrengiya çandî li bajarê xwe xurt bikin.

Di xebatên bihorî yên înisyatîva dêûbavên herêmî de me dît ku gelek malbat hewcedarî agahiyan in da ku karibin ji bo siberojê alîkariya zarokên xwe bikin. Me ev hewcedarî bi taybet di malbatên kurd de tesbît kir. Em dixwazin bibin bersivek ji bo vê hewcedariyê û niha jî li cihekî digerin, da ku malbat û kesên ku ji wan re alîkarî divê karibin werin ba me. Wexta me ev cih peyda kir, em ê we agahdar bikin.

Beriya her tiştî me wek Yekmal Herford dersên alîkariyê wekî proje daye ber xwe. Ji ber ku em dizanin di dema koronayê de gelek zarok ji hînbûna naverokên dersan dûr man. Ev yek bi taybetî rastiyek e ji bo zarokên ku dê û bavên wan koçber bûne û her wiha ji bo zarokên ku ji malbatên kêmderfet in.

Wekî din em ê li ser mezinkirin û perwerdehiya zarokan kar û danûstandinên şêwirnendiyê pêk bînin. Her wiha em ê ji bo malbatan li ser mijarên perwerdehiyê wekî pirzimanî, xwarina tendurustî û bikaranîna medyayê civînên agahdarkirinê li dar bixin. Di vê derheqê de em ê bala xwe bi taybetî bidin malbatên penaber.

Projeya me ya ji bo dema dûrdirêj û ya ji dilê me tê, avakirina hêlînekê duzimanî bi kurdî û almanî ye li bajarê Herfordê. Bi hêlîneke bi vî rengî em dixwazin zarokên kurd zimanê xwe yê dayikê (zikmakî) digel zimanê almanî bi rêk û pêk hîn bibin.

Ji niha ve me têkiliyên destpêkê bi kom û saziyên cihêreng yên li bajêr re danîne. Em ê di demên pêş de wan têkiliyan xurttir bikin. Em amade ne ku bi kom û saziyên din re jî bikevin nav danûstandinê da ku em projeyên hevpar pêş bixin û tevnekê (torekê) berfireh ava bikin. Ji ber ku pêşvebirina hemî zarokan hevkariyeke xurt hewce dike.

Ji bo pirs û pêşniyarên xwe, dudilî nebin û bi me re bikevin têkiliyê!

Komeleya Yekmalê

Şaxa Herfordê

Navnîşan:

Standort Herford:
Diebrocker Str.4
32051 Herford
Tel.: 0163 9104991

E-Mail: buro-herford@yekmal.de

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG