caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Komeleya Me

Yekmal komeleyeke koçberan e ku ji aliyê siyasî û olî (dînî) bêteref e û komeleyeke ne-dewletî ye; û parêzvanê mafê mirovan e; mafên wekheviyê ji xwe re dike armanc û li dijî hemû cureyên cudageriyê û nijadperestiyê radibe. 

Wek saziyeke kurdan û peydakerê xebata civakî, cihê civaka kurd taybet e li komeleya me ku ev der cihê hevrasthatin û peydakirina alîkarî û piştgiriyê ye ji bo civaka kurd.

Em ji bo civakeke vekirî, pirreng, pirdeng û berfirehîparêz dixebitin li gorî Qanûna Bingehîn. Ji ber vê yekê ye ku em xebatên xwe ji dil û can û her wiha pisporî çêdikin ji bo ku kesên koçber û penaber û malbatên wan bikarin jiyaneke serbixwe, wekhev û azad bijîn li Almanyayê. Di nav van xebatan de, helkeftên ji bo tesîrkirina li ser civakê bi riya lobî û hevkariyê jî hene ji xeynî xebatên ji bo jiyana civakî ya rojane. Ji bo me, entegrebûn û beşdarbûn xwe ava dike li ser bingeha beşdariya di hemû qadên civakê de û her wiha pêvejoyeke daîmî ya dualî ji bo danûstandinê û rêzgiritna pirrengiya civakî. 

Di nav vê çarçoveyê de, em bala xwe taybetî jî didin kesên eslê xwe kurd. Ji bo ev yek pêk were, komeleye me dixwaze tesîrê bike li ser siyaset û rêveberiya dewletî ji bo civaka kurd bi awayekî rêzdîtî û pozîtîf entegre bibe di pêvajoyên demokratîk de li hemberî cudagerî û dervehiştinê.

Li ser vê bingehê, komeleya me karên wek perwerdehiya malbatan û dêûbavan, şêwirmendî, pêşvebirin, perwerdehiya pêşdibistanî ya duzimanî, pêşxistina zimanî, alikariya perwerdehiyê, xebatên xwebexşiyê (dildariyê) û her wiha xebat û lêkolînên zanistî yên zimannasiyê bi rêve dibe.

Zimanên ku di xebatên komeleya me de tên bikaranîn pir in, wek mînak almanî, kurmancî, soranî, kirmanckî/zazakî, erebî, tirkî û ingilîzî.

Bergeha Pisporî û Bingehên Xebatê

Pirzimanî û Hestyariya Çandî

  • astengiyên heyî li ber ragihanî (bidestxistinê) kêm dike û bingeha danûpêdaneke serkeftî ye
  • bawerî û ewlehiyê ava dike û derfetên wekhev ji aliyê beşdariyê pêşve dibe
  • di nav kontekstên pircureyî (heterojen) de piştgiriya hevkariya serkeftî dike

Xebata Civakî ya Azadîxwaz û Çalakiya bi Şert û Mercên Wekhev

  • dêûbavan, zarokan, ciwanan û kesan wek pisporê rastiyên jiyana xwe ye rojane qebûl dike
  • xebata civakî û perwerdehiyê bi hemû beşdaran re wek pêvajoyeke wekhev pêk tîne
  • derfet û daxwazan çêdike ji bo azadixwaziyê û çalakiyeke karîger (kêrhatî) ji bo xwe

Bergeha li ser Bingeha Çavkaniyên Heyî û Rastiyên Jiyanê

  • ragihaniya kêm-derîzgeh û bêastengî pêşkêş dike
  • rê û rêbazên xebata civakî ji xwe re dike rêber ji bo bibe bersiva pêdiwî û pêwistiyên mêhvan û serlêderên xwe
  • bi aliyên jêhatî û xurt ên mêhvan û serlêderên xwe dest bi xebatê dike

Xweyîkirina bê-tundûtujî, perwerdehî û danûpêdan

  • metirsî û aciziyên zarok, ciwan û mezinan li ber çavan digire
  • li bergeh (perspektîf) û rêbazên din ên karkirinê xweşbîn dinêre
  • nakokî pêvçûnan bi riya empatî û rêzdariyê çareser dike

Mafên Wekhev ji bo Hemû Kesên Xweyî Zayend û Tercîhên Cinsî yên Cuda

  • jin û mêran di hemû qadên jiyana taybet û jiyana civakî de wekhev dibîne
  • piştgiriyê dike hemû kesên xweyî zayend û tercîhên cinsî yên cuda ku tuşî cudagerî û tundûtujiyê dibin
  • xweyî helwest e ji bo meseleyên zayendî û piçûkxistina (marjînalkirina) bi wê re têkildar