caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

NeuBihar

NeuBihar navê projeya materyalên ji bo pêşvebirina pirzimaniyê li ser bingeha kurdî ye ku ji aliyê Yekmal Akademie tê rêvebirin di bin banê Yekmal – Komeleya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê. Bêjeya NeuBiharê ji du peyvan pêk tê; Neu û Bihar. Neu di zimanê almanî de xweyî wateya ‘nû’ ye; Bihar jî jixwe pevyek kurdî ye û tê wateya demsala piştî zivistanê. Du sedemên hilbijartina vê pêjeyê hene. Pêşî, navê yekemîn materyala ji bo hînkirina kurdî hatiye amadekirin Nûbihara Piçûkan e ku ji aliyê feylezof û nivîskarê mezin ê kurd Ehmedê Xanî hatiye nivîsandin di sala 1683’an de. Xanî ev pirtûk wek ferhengeke duzimanî bi kurmancî-erebî amade kiriye û gotiye ji bo ku zarokên kurd zimanê xwe yê dayikê bi xweşikî hîn bibin tevî erebî. Xanî bi xwe di berhema xwe ya dîrokî de wisa nivîsandiye:

Vêk êxistin Ehmedê Xanî

Navê ‘Nubihara Biçûkan’ lê danî

Ne ji bo sahib rewacan

Belkî ji bo biçûkêd kurmancan

Tercîha erebî li gel kurmancî jî helbet ew e ku wê demê zimanê serdest di perwerdehiyê de li medreseyan erebî ye. Ev jî me tîne sedema duyem a hilbijartina peyva ‘Neu’ di projeya me de. Ji ber ku ev proje li Almanyayê tê rêvebirin û taybetî ji xwe re dike armanc ku zarokên kurd ên li Almanyayê dijîn bikarin zimanê xwe yê dayikê tevî almanî û zimanên din hîn bibin. Lewma, bi baweriya ku duzimanî/pirzimanî li ser bingeha zimanê dayikê mafê hemû zarokan e, em hêvî dikin ku projeya NeuBiharê bibe piştgiriyek ji bo malbatên dixwazin zarokên xwe tevî kurdî pirzimanî mezin bikin û alîkarî û piştgirî bike mamosteyên ku di hêlîn an jî dibistanan de kurdî hîn dikin zarokan.

Hûn dikarin berhem û agahiyên NeuBiharê li ser vê malperê peyda bikin: