caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kita Pîya

Kita Pîya projeyeke hêlîn û pêşdibistanê ya Yekmalê ye ku xizmeta perwerdehiyê dide zarokên 6 mehî heta 6 salî bi kurdî û almanî. Niha du heb Kita Pîya xizmetê didin, yek li Weddingê ye, ya din jî li Kreuzbergê ye. Lê belê di nav bernameya Yekmalê de ye ku hejmara wan zêde bike li taxên din ên Berlînê yên ku civaka kurd zêdetir lê cih bûye.

Armanc

Bi vê projeya hêlîn û pêşdibistanên duzimanî, bi kurdî û almanî, Yekmal berî her tiştê ji xwe re dike armanc ku zarokên kurd zimanê xwe yê dayikê, kurdî, û çanda kurdan di heman demê de hîn bibin li gel zimanê almanî û çanda jiyana li Almanyayê. Duyemîn armanc ew e ku zarok fêrî rê û rêbazên jiyana rojane bibin û amade bin ji bo jiyana li derveyî malê. Armanca sêyemîn amadekirina bingehek xurt a hînbûna akademîk e ji bo zarokan ku jiyana xwe ya perwerdehiyê li ser vê bingehê saz bikin. Ev proje, her wiha, dixwaze piştgiriya malbatan, taybetî dayikan, bike ku bi dileke rihet zarokên xwe bihêlin wexta diçin kar.

 

Hûn dikarin zêdetir agahiyan derbarê Kita Pîya de li ser malpera www.kitapiya.yekmal.de peyda bikin.