caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal-Aktiv Almanya

Yekmal beşeke nû li xebatên xwe zêde kir. Ev beş wekî ‘‘Yekmal-Aktiv‘‘ tê pênase kirin. Yekmal-Aktiv wê hewl bide li seranserê Almanyayê torekê bi taybetî ji bo kurdîaxiveran ava bike. Di çarçova vê torê de kurdîaxiver dikarin tev bixebitin û li gor kar û barên xwe bi saziyên dewletê re, bi dibistanan re, bi komeleyan re û bi kesên pispor re têkevin têkilîyê. Karê vê torê ew e ku; têkilîyan pêk bîne, kar û xebatan li dar bixe.

Yekmal-Aktiv dixwaze ji bo kurdîaxiverên Almanyayê ji bo pêşerojeke baştir û hevpar bibe alîkar. Divê kurdîaxiver û kesên din yên ku heta niha di nav civakê de veşartî mane, werin dîtin û tevlî jiyana civakî bibin. Yekmal-Aktiv wê bibe nûnerek ji bo wan kesan û wê dengên wan bide bihîstin. Ji bo civakeke hevpar divê pêdiviyên wan jî pêk bên.

Ji ber ku Yekmal Berlîn bi salanê bi awayekî rêk û pêk karên alikariya civakî dimeşîne, di vî warî de gelek tecrube bi dest xistine û kar û xabat meşandine.  Li ser bingeha wan tecrube, kar û xebatan em dixwazin civakeke pirreng û pêşerojeke hevpar bi hevre ava bikin. Yekmal-Aktiv ji xwe re dike armanc ku kar û xebatên wekî yên li Berlînê li tevahiya Almanyayê belav bike. Hin xebat û projeyên ku em dixwazin pêk bînin li bin rêzkirînê.

  • Hêlînên duzimanî (Kurdî-Almanî),
  • Ji bo malbat û penaberan şewirmendiya pirzimanî,
  • Alîkariya malbatan,
  • Û gelek xebat û projeyên din yên pedagojîk, civakî û çandî

Em wek Yekmal we bi feraseta ‘‘Werin em bi hevre pêşerojê avabikin!‘‘ bi dil û can vedixwînin nav tora xwe. Ji bo agahiyên zêdetir hûn bi riya E-Mailê (aktiv@yekmal.de) dikarin bi me re bikevin têkiliyê.

Hûn dikarin belavoka Yekmal Aktiv Almanyayê ji vir peyda bikin: