Paşxane
Ji salên 1960an û vir ve, Almanya welatê nû yê derdora 1.2 mîlyon kurd e. Bi vê hejmarê gelê kurd yek ji koma herî mezin ya koçberan li vî welatî pêk tîne. Lê di jiyana civakî de ew bi nasname, ziman û çanda xwe kêm tên dîtin. Wekî din li ser hewcedariyên kurdan yên sosyopolîtîk, sosyoaborî û sosyolenguistik zanyariyên berfireh li ber destan nînin. Da ku em li hemberî vê rewşê tevbigerin em Tora ji bo Hevpariya Civakî ya Kurdan li Almanyayê ava dikin. Kordînasyona torê komela Yekmalê dide ser milên xwe
Armancên Berbiçav yên Torê
- Naskirina nasnameya kurdî li Almanyayê
- Tesbîtkirina pêwîstiyên civaka kurd li Almanyayê
- Piştgiriya kurdan ji bo beşdarbûna jiyana civakî
- Piştgirî û bicihkirina zimanê kurdî di saziyên perwerde de.
- Danûstandin ji bo parastina ziman û çanda kurdî
Prensîpên Torê
Di warê siyasî û olî de tor serbixwe ye û bi tu alî ve ne girêdayî ye. Her wiha tor li ser nirxên demokrasiyê ava bûye. Di vê çarçovê û hişmendiyê de endamên torê hevpar li hev dicivin û hewl didin ku armancên wê pêk bînin. Hemû komel, sazî, înisyatîv û şexs dikarin beşdarî torê, kar û xebatên wê bibin. Şert tenê ev e ku armanc û prensîbên torê werin nas- û qebûlkirin.
Endamên Torê:
- Yekmal e. V. https://yekmal.com/
- Hînbûn e. V. https://hinbun.de/
- Weqfa Jemal Nebez: https://www.jemal-nebez-stiftung.org/
- Platforma Kurdên Anatoliya Navîn https://www.kurdenanatolien.com/
- Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa http://denge-mamoste.com/
Têkilî
Yekmal e. V.
Schönleinstr. 23, 10967 Berlin
Tel: 030 81797365
https://www.facebook.com/KurdischesNetzwerk.ToraKurdi