Cihek ji bo herkesî
Ji bo tespîtkirina hewcedariyên malbatên kurd, Yekmalê di sala 2020’an de bi reya înternetê lêkolînek/anketek li Almanyayê pêk anî. Di encama lêkolînê de derket holê ku li Bielefeldê alîkarî ji bo malbatan di warê tevlebûna jiyana civakî û perwerde de divê. Da ku em vê alîkariyê pêk bînin me şaxekê Yekmalê di bihara 2021’an de li Bielefeldê ava kir.
Armanca şaxa Yekmalê ya Bielefeldê ev e ku di warê jiyana civakî û perwerde de bi hevkariya saziyên bajêr alîkariya zarok û ciwanan bike û piştgiriyê bide malbatan. Bi vî awayî em dixwazin bibin bersiv ji bo pêdiviyên civaka kurd li Bielefeldê û çareseriyan jê re bibînin. Em ê xebatên xwe pirzimanî pêk bînin û ev xebat ji bo hemû çandan vekirî ne.
Da ku şaxa Yekmalê ya Bielefeldê alîkariya malbatan û zarokên wan bike, wê di nava demê de gav bi gav van projeyên xwe yên jêrîn pêk bîne:
- Alîkariya dersan ji bo xwendekaran (Nachhilfe)
- Alîkariya malbatan ji bo karên tevlebûna jiyana civakî
- Şêwirmendî ji bo mijarên perwerde
- Şêwirmendî ji bo penaberan
- Karên wergerê (bi kurdî û almanî)
- Piştgiriya dersên kurdî di dibistanan de
- Avakirina hêlîneke duzimanî (bi kurdî û almanî)
Heta şaxa Yekmalê ya Bielefeldê cihekî peyda bike hûn dikarin bi reya e-maîla jêrîn pirs, daxwaz û pêşniyarên xwe ji me re binivisînin. Em wekî şaxa Yekmalê ya Bielefeldê kêfxweş dibin ku bi we re bikevin têkiliyê.
Ji bo têkilî:
Navnîşan: IBZ Teutoburger Str. 106, 33607 Bielefeld
Tel. : 015752340929
E-Mail: buro-bielefeld@yekmal.de