Hîmek ji bo Pêşerojê
Em wek şaxa Yekmalê li Mainzê dixwazin piştgiriyê bikin ji bo kurdên li vir dijîn. Her wiha hemû hemwelatî û penaber dikarin ji alîkarî û piştgiriyên me sûdê wergirin.
Projeyên me bi giranî li ser jiyana civakî û perwerdeyê ne. Hemû projeyên me duzimanî (bi kurdî û almanî) pêk tên. Bi vê yekê em dixwazin malbat û civak kurdî û almaniya xwe pêş bixin û ev ziman bi hevra di civakê de bi cih bibin.
Projeya me ya destpêkê alikariya dersan ji bo xwendekaran e û wê bê pere pêk were. Alikariya dersan ji bo zarokên ji pola 2yan heta pola 10an tên dayîn. Bi vê projeyê zarok wê alîkariyeke bi rêkûpêk ji bo dibistanê bistînin.
Projeyeke din a em plan dikin şêwirmendiya malbatan e. Ev proje wê ji bo hemû malbatan vekirî be û pirzimanî pêk were. Hûn dikarin ji bo agahiyên nû derbarê vê xebatê de malpera me bişopînin.
Ji bo demên pêş em hêlîneke zarokan (baxçeya zarokan – Kita) jî ji bo Mainzê plan dikin. Em ê li hêlînê bi konsepteke duzimanî bixebitin û zimanên kurdî û almanî bi kar bînin.
Ji bo pêşniyarên xwe derbarê projeyên cûda li bajarê Mainzê û li herema Rheinland Pflazê, hûn dikarin bi me re bikevin têkiliyê. Bi têkilî û eleqeya we em ê kêfxweş bibin.
Ji bo ku em bikarin projeyên me dane ber xwe pêk bînin, em ê hewl bidin torekê çalak li herema Rheinland Pflazê ava bikin. Em vekirî ne ji bo her cure fikr û pêşniyarên we derbarê kar, xebat û projeyan.
Ji bo agahiyên zêdetir û ji bo pirsên we yên li ser projeyên me, hûn dikarin hêsanî bi me re bikevin têkiliyê.
Têkilî: