caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal

Yekitiya Malbatên ji Kurdîstan li Almanyayê, bi kurtî YEKMAL, di sala 1993’yan de ji aliyê malbat, mamoste û perwerdekaran hatiye avakirin wek komeleyeke civakî ji bo xebatên beşdariyê û perwerdehiyê xurt bike taybetî nav malbetên koçber û penaber, û malbatên kurd de. Ji wê demê ve, Yekmal endamê Saziya Geşdariyê Hevpar Şaxa Berlînê (Paritätischer Wohlfahrtsverband Berlin) û rêveberiyeke fermî ya Alîkariya Ciwanan a Berlînê ye. 

Ji destpêka avabûna xwe heta niha, Yekmal xebatên perwerdehiyê û beşdariya malbatan li civakê, hevkariya malbatan bi saziyên perwerdehiyê, mîna hêlîn (baxçeyên zarokan), dibistan û perwerdehiya pirzimanî daye ber xwe. Lewma, perwerdehiya dê û bavan û piştgiriya malbat û kesan her tim bûne hîmên bingehîn yên komeleya me. Her wiha, Yekmal girîngê daye xebatên ji bo pêşvebirin û geşkirina ziman û çanda kurdî û li gel vê yekê jî pêşveçûna duzimanî (bi kurdî û almanî).