caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

14. Sempozyûma Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî – 2024

Hîndekariya Dersên Zimanê Dayikê di Dibistanan de û  Duzimanî di Baxçeyên Zarokan de:

Bendewarî, Rastiyên Heyî û Pêşeroj

Roja 21ê Sibatê li seranserê cîhanê wek Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî tê pîrozkirin bi armanca pêşxistina mafên zimanî, pirrengî û pirzimaniyê. Em bi salan e wekî kevneşopiyekê vê rojê bi sempozyûmekê ji bo pêşvebirina pirzimaniyê li Almanyayê pîroz dikin.

Em ê sempozyûma xwe ya îsal wekî derfetekê bi kar bînin ji bo ronîkirina du mijaran: Pêşî, em dixwazin bala xwe bidin modela Kita Pîya ya Yekmalê ji bo nirxandin û nîqaşkirina potensiyala  perwerdehiya duzimanî di dema pêşdibistanê de û her wiha mirov çawa dikare vê modelê li herêmên din ên Almanyayê damezirîne. Paşî, em dixwazin li ser mijara hînderkariya dersên zimanê dayikê li Almanyayê hûr bibin û taybetî jî 30 saliya hînkirina dersên zimanê kurdî li Almanyayê pîroz bikin.

Dersên kurdî yên li Almanyayê bi awayekî fermî di sala 1993’an de piştî xebateke 3 salan a lêgerîna modelekê di dibsitanan de hat destpêkirin. Piştî wê demê, kevneşopiyeke dersên kurdî di saziyên perwerdehiyê de çêbû, ev kevneşopî derbasî pêşdibistan heta zanîngehê bû. Lê belê, sempozyûma me ne tenê dersên kurdî, her wiha mijarên dê dersên zimanê dayikê û pirzimanî di perwerdehiya Almanyayê de werin nîqaşkirin.

Bernameya me di 23ê Sibatê (Roja Înê) de bi kargeha bikaranîn û hînkirina zimanê kurdî di perwerdehiya pêşdibistanê de dest pê dike ku em hêvî dikin bibe bingehek ji bo avakirina pêşdibistaneke duzimanî bi zimanên kurdî-almanî li Bremenê li ser modela Kita Pîyaya Yekmalê ya li Berlînê. Di 24ê mehê de (Roja Şemiyê), sempozyûma me bi rûniştineke taybet li ser 30 saliya hîndekariya kurdî li Bremen û Almanyayê vedibe û her wiha dê pêşengehekê bi vê mijarê re girêdayî jî were lidarxistin. Beşdarên vê rûniştinê ji wan kesan pêk tê ku di destpêkirina dersên kurdî li Bremenê rolên mezin lîstine. Paşî dê pêşkêşiyeke fireh a zanistî li ser rewşa hîndekariya dersên zimanê dayikê û pirzimanî li Almanyayê were parvekirin. Piştî nîvro jî du panel dê hebin: yek li ser potensiyal û zehmetiyên dersên zimanê dayikê hûr dibe, ya din jî dê hewl bide ku çarçoveyeke giştî pêşkêş bike di derbarê materyalên ji bo hîndekariya kurdî di perwerdehiyê de tên bikaranîn. Ew ê sempozyûm bi performanseke mûzîkê dawî bibe.

Ev bername bi hevkariya Yekmal e.V., GEW Bremen û Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê e.V. pêk tê û bi awayekî hîbrid (hem li ser înternetê û hem jî bi şexsî) tê organîzekirin.

Serlêdan ji bo beşdariyê: https://forms.gle/X3rzVMGZhoXZuwSY9

Roj: 23-24 Sibat 2024

În: 15:00 -19:00 

Şemî: 10:00 – 17:00 

Cîh: Bremen, DGB-Haus, Bahnhofsplatz 22-28 û Online

Amadekarên Bernameyê û Têkilî:

Emin Akbaş (Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê): info@denge-mamoste.com

Münevver Azizoglu Bazan (Yekmal Bremen): buro-bremen@yekmal.de

Şerif Derince (Yekmal Akademie): akademie@yekmal.de

Barbara Schüll (GEW Bremen): schuell@gew-hb.de

Abdulkadir Ulumaskan (Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropayê): info@denge-mamoste.com

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG