Xebat û projeyên Yekmalê di bin banê heft beşên giştî de pêk tên. Li ser vê rûpelê hûn dikarin hemû beşên me û xebatên girêdayê van beşan û çalakiyên pêk tên bibînin, derbarê wan de agahiyên berfireh peyda bikin.
Beşên Me
-
Akademiya Yekmalê
Akademiya Yekmalê ji bo Ziman, Perwerdehî û Lêkolînê (bi kurtî Akademiya Yekmalê) beşeke Yekmalê ye. Armanca Akademiyê ew e ku lêkolînên zanistî û pêşkêşiya perwerdehiyê li ser gelek aliyên zimanê(n), […]
-
Alîkariya Perwerdeyî ya Seyar
Yekmal li gorî qanûna §§ 29, 30 û 31 SGB VIII. alîkariya perwerdeyî ya seyar dide. Beşa me ya bi navê Alîkariya Perwedeyî ya Seyar li gorî aliyên xurt ên […]
-
Kita Pîya
Kita Pîya projeyeke hêlîn û pêşdibistanê ya Yekmalê ye ku xizmeta perwerdehiyê dide zarokên 6 mehî heta 6 salî bi kurdî û almanî. Niha du heb Kita Pîya xizmetê didin, […]
-
Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal
Armanca Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal ew e ku newekheviyan kêmtir be, pirrengiyê pêş ve bibe, nirxên demokratîk belav bike û ji bo beşdariyeke wekhev şert û mercan ava bike. Navend ji […]
-
Perwerdehiya Dêûbav û Malbatan
Yek ji xebatên me yên gelekî girîng perwerdehiya dê û bav û malbatan e. Armanca me bi van xebatan ew e ku em alîkarî û piştgiriya hem yek û yek […]
-
Şêwirmendî / Rawejkarî
Yekmal xizmeta şêwirmendî (rawêjkarî) û piştgiriyê dide wan kesên ku di jiyana xwe de zehmetî û kêşeyên cuda dibînin. Em bi kesên tên şêwirmendiyê re yek bi yek dixebitin, çareseriyan […]
-
Xebatên Dildariyê
KOMXEBATA KURDÎ Komxebata Kurdî insiyatîfek e ku ji aliyê 11 komele û saziyên civakî hatiye damezirandin bi armanca destpêkirin û xurtkirina waneyên kurdî di dibistanên Berlînê de. Yekmal kordînasyona vê […]
-
Yekmal-Aktiv Almanya
Yekmal beşeke nû li xebatên xwe zêde kir. Ev beş wekî ‘‘Yekmal-Aktiv‘‘ tê pênase kirin. Yekmal-Aktiv wê hewl bide li seranserê Almanyayê torekê bi taybetî ji bo kurdîaxiveran ava bike. […]