caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Kurdî li Dibistanan

Hûn dixwazin zarokên we di dibistana xwe de kurdî (kurmancî an jî kirmanckî/zazakî) hîn bibin? Hûn dikarin zarokên xwe qeyd bikin dersên kurdî li dibistana xwe. Ev xebateke Senatoya Berlînê ye ji bo piştgiriya pirzimaniyê li dibistanan. 
 
Wek Yekmal, em bi awayekî çalak piştgiriya zimanê kurdî li dibistanan dikin. Li Berlînê, em hevkariyê bi Senatoya Berlînê re dikin ji bo dersên kurdî li dibistanan.
 
Serlêdana ji bo dersên kurdî gelek hêsan e. Sê rê hene:
 
a) Hûn dikarin forma serlêdanê ya ji aliyê Senatoya Berlîê ve hatiye amadekirin bar bikin, cihên ku agahiyên we dixwazin dagirin û an bi riya emailê (akademie@yekmal.de) an jî posteyê bişînin me. Her wiha, hûn dikarin formê bidin hevkarekê me jî.
 
 
b) Hûn dikarin werin ofîsekê me û forma serlêdanê ji wir bigirin, cihên vala dagirin û formê bidin hevkarekê me.

c) Her wiha hûn dikarin li ser vê lînkê jî serlêdana dersa kurdî li dibistanê bikin: https://forms.gle/9exTsMG7KymXJ9Xj7

Em ê bi we re têkilî deynin, an bi riya emailê an jî bi riya telefonê we agahdar bikin derbarê pêşveçûnan de.

 

Zêdetir Agahî

Xwendekarên ji pola 1. heta pola 10. dikarin beşdar bibin dersên kurdî. Heke jixwe li dibistana we dersa kurdî hebe, hûn dikarin bi dagirtina forma serlêdanê zarokên xwe ji bo dersan bi hêsanî qeyd bikin.

Heke dersên kurdî hêj li dibistana we nehatibe destpêkirin, dîsa jî hûn dikarin formê dagirin û li malbatên din bipirsin ka di dibistana we de xwendekarên din jî hene beşdar bibin dersên kurdî. Dema li dibistanekê 12 xwendekar ji bo dersên kurdî serlêdana xwe bikin, Senatoya Berlînê dê bi kêfxweşî bi dibistanê re hevkariyê bike da ku li dibistana we dest bi dersên kurdî bike.

Wekî din, dema di heman dibistanê de 12 xwendekar ji bo dersên kurdî qeyd nebin, xwendekarên ji dibistanên derdorê jî dikarin di polekê de werin berhevkirin. Ji bo vê yekê, divê hemû malbatên ku dixwazin zarokên xwe bişînin dersên kurdî, serlêdana xwe çêkin.

Salên berê malbatan formên serlêdanê didan dibistanê xwe. Lê belê, carna dibistan ji dersan ne agahdar in an jî bi karên din ên rojane û rêxistinî ve mijûl in. Lewma jî serlêdanên gelek malbatan dibe ku winda bibin. Lewma, wek Yekmal, em dixwazin serlêdanan bi xwe berhev bikin ji bo ku em baştir bikarin bi Senatoya Berlînê re bixebitin da ku di zêdetir dibistanan de dersên kurdî werin destpêkirin.

Pirsên Pir tên Pirsên

1. Dersa Zimanê Dayikê çi ye?
Dersa zimanê dayikê ew ders e ku xwendekar di dibistanên xwe de hefteyê rojekê, du saetan beşdar dibin û ji mamosteyek fermî zimanê xwe yê dayikê hîn dibin. Wekî gelek welatên Ewrupayê,  li Almanyayê jî di dibistanan de dersên zimanê dayikê tên pêşkêşkirin. Li Berlînê jî, ji sala 2019’an ve, bi awayekî fermî di dibistanan de kurdî wek dersa zimanê dayikê tê hînkirin.    

2. Kîjan zaravayên kurdî li dibistanan tên hînkirin?
Niha li Berlînê zaravayên Kurmancî û Kirmanckî/Zazakî li dibistanan tên hînkirin. Lê dema ku ji dê û bavên soranîaxêv têra xwe daxwaz hebe, Yekmal dikare bi awayekî aktîf bi Senatoya Berlînê re bixebite da ku Soranî jî li dibistanan were hînkirin.

3. Kî dikare beşdar bibe dersên kurdî?
Hemû xwendekarên diçin dibistana seretayî (ji pola 1’ê heta 6’ê) û yên diçin dibistana navîn (ji pola 7’ê heta 10’ê) dikarin beşdar bibin dersên kurdî. Ji bo ku bikarin beşdar bibin dersên kurdî, divê xwendekar fermî qeyda xwe çêkin ji bo van dersan.

4. Li kîjan dibistanan dersên kurdî hene?
Di sala 2023’an de, li 2 dibistanên Berlînê dersên kurdî tên pêşkêşkirin.

Dibistanên ku dersên kurmancî tê hînkirin:

  1. Otto-Wels Grundschule (Alexandrinenstraße 12, 10969 Kreuzberg)
  2. Helmuth-James-von-Moltke-Grundschule

Dibistanên ku dersên kirmanckî/zazakî tê hînkirin:

  1. Otto-Wels Grundschule (Alexandrinenstraße 12, 10969 Kreuzberg)

Senatoya Berlînê amade ye ku di zêdetir dibistanan de dersên kurdî pêşkêş bike, lê divê ev daxwaz ji malbat û xwendekaran were. Lewma gelek girîng e ku hemû malbat û xwendekar daxwaza dersên kurdî bike.

5. Hekê di dibistana we de dersa kurdî tune be, hûn dikarin çi bikin?
Mafê hemû xwendekaran e ku zimanê xwe yê dayikê di dibistana xwe de hîn bibin. Eger di dibistana we de dersa kurdî tunebe jî, hûn dikarin forma serlêdanê dagirin ji ber ku mirov dikaren xwendekarên ji dibistanên nêzîkê hev berhev bike û yek ji wan dibistanan de dersên kurdî bide destpêkirin.

6. Dema hejmara serlêdanan di dibistanekê de têrê neke, çi dibe?
Em ê dîsa jî serlêdanan berhev bikin û lê binêrin ka sala pêş hejmara xwendekarên di dibistanekê de an jî yên nêzîkê hev zêde dibe an ne.

7. Kî dersên kurdî dide?
Dersên kurdî ji sala 2019’an ve ji aliyê Senatoya Berlînê tê pêşkêşkirin. Lewma mamosteyên profesyonel ên girêdayî Senatoya Berlînê bi awayekî fermî dersên kurdî didin. Mamosteyên dersên kurdî kesên pispor in, beşa pedagojiyê xwendine, bi salan mamostetî kirine, çand û zimanê kurdî baş nas dikin.

8. Di naveroka dersê de çi heye?
Armanca sereke ya dersên kurdî ew e ku xwendekar hem kurdiya axaftinê hem jî ya nivîskî hîn bibin û kurdiya xwe pêş ve bibin. Ji bo ev armanc pêk were, pênç mijar hatine hilbijartin ji aliyê Senatoya Berlînê. Navê wan mijaran wisa ne:

  • Ez û malbata min
  • Dibistan û derdora min
  • Ziman û çand
  • Di xwezayê de salek
  • Cejn û pîrozbahî

Mamoste materyal û metodên curbicur bi kar tîne ji bo ku van mijaran pêşkêş bike.

9. Beşdarbûna dersên kurdî li ser dokumenta xwendekaran çawa xuya dike?
Beşdarbûna dersên hemû zimanên dayikê dildarî ye. Xwendekar ji dersên zimanê dayikê not nagirin. Lê belê, di dokumenta (Schulzeugnis) de beşdarbûna dersan wek AG (Koma Xebatê) tê nîşandan.

10. Dersa zimanê dayikê çima girîng e?
Zanyar, zimannas û pedagog dibêjin zarokên zimanê xwe yê dayikê dizanin

  • di jiyana xwe de kêfxweş û bextewartir dibin;
  • zimanên din (wekî almanî, ingilîzî an jî zimanên din) baştir û zûtir hîn dibin;
  • baştir dibin kesên pirziman, pirçand û ji aliyê pirnasnameyî xwe xurttir dikin;
  • di dibistanê de ji aliyê pêşveçûn û hînbûna akademîk serkeftîtir dibin;
  • hem çanda dê û bavê xwe baştir nas dikin hem jî vekirîtir dibin ji bo çandên din;
  • derfetên wan ên aborî, civakî û çandî zêdetir dibin;
  • têkiliyên wan bi nas û xizmên wan re baştir dibin.

Lê belê, ji bo ku zanîna zimanê dayikê van feydeyan bigihîne xwendekaran, divê xwendekar zimanê xwe yê dayikê bi awayekî nivîskî û akademîk hîn bibin. Armanca dersên zimanê dayikê pêkanîna vê derfetê ye.

11. Ez ne li Berlînê, li bajarekî din dijîm û dixwazim zarokê min li dibistanê kurdî hîn bibe. Ez dikarim çi bikim?
Kurdî niha ji bilî Berlînê li 5 eyaletên din ên Almanyayê tê dayîn. Navê van eyalatan ev in: Bremen, Nordrhein-Westfalen, Niedersachsen, Rheinland-Pfalz û Brandenburg. Li 3 ji van eyaletan (Bremen, Nordrhein-Westfalen, Rheinland-Pfalz) ofîsên Yekmalê hene û hevkarên me bi awayekî çalak piştgirîya dersa kurdî li bajarên xwe dikin. Hûn dikarin agahiyên têkiliyê yên ofîsên me li ser malpera me peyda bikin û ji bo zêdetir agahdariyan xwe bigihînin hevkarên me. Her wiha, Yekmal dixwaze piştgirîya hemû dê û bavan bike ku dixwazin dersên kurdî di dibistanên wan de hebin. Eger li bajarên wen dersên kurdî tune bin jî, em ê bi kêfxweşî li riyên girêdana bi dêûbav û rêxistinên din ên eleqedar re bigerin ku ji bo dersên kurdî li hemû eyaletên Almanyayê  xebat were kirin.

12. Hûn dikarin ji kû derê zêdetir agahiyan bigirin?
Hekê hûn bixwazin zêdetir agahiyan hîn bibin derbarê dersên kurdî de, hûn dikarin ji van cihan bipirsin.

Senatoya Berlînê, Beşa Perwerdehî, Ciwan û Malbatan, Binbeşa Dersên Zimanû Dayikê
Navnîşan: Bernhard-Weiß-Straße 6, 10178 Berlin
Tel: (30)90227-5050
https://www.berlin.de/sen/bildung/unterricht/faecher-rahmenlehrplaene/sprachen/

Yekmal Akademie
Address: Schönleinstr. 23, 10967 Berlin
Tel: 030 81797365
Email: akademie@yekmal.de
Web: https://yekmal.com/ku/kurdi-li-dibistanan/
Facebook: https://www.facebook.com/KurdischInSchulen/
Instagram: @KurdischInSchulen
Hashtag: #KurdischInSchulen