Bi hatina biharê di 21 Adarê de, dora 300 mîlyon kes li seranserî cîhanê cejna Newrozê pîroz dikin. Di vê roja nû de, saleke nû dest pê dike û li gel wê jî xweza ji bo jiyaneke nû geş dibe. Li ba gelek gelan, Newroz (Nûroj) mîna sîmbola roja nû tê naskirin. Lê, di nav civaka kurd de, wateyeke din a vê rojê heye. Ew jî roja rizgariyê ye ji bin dara zordariyê. Ji ber ku li gor mîtolojiya Kurdistanê, wê rojê, Kawayê Hesinkar dawiya serdestiya Dehaqê Zordar aniye û civaka kurd azadiya xwe bi dest xistiye. Lewma, Newroz li ba kurdan hem hatina biharê hem jî cejna azadî û rizgariyê ye.
Em jî wek Yekmalê, her sal Newrozê di bin banê Rojên Çanda Kurdî bi çoş û peroşeke mezin pîroz dikin li gel kurdan û dostên kurdan. Îsal jî me bernameyeke têr û tije amade kiriye ji bo pîrozbahiya Newrozê.
Bi van hest û ramanan, Newroza We Pîroz Be!