Wek Komeleya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê- Yekmal e.V., em Rojên Çanda Kurdî ya sala 2022’an pêşkêşî we dikin.
Îsal taybetiyeke çalakiyên me ew e ku ew ê li sê eyaletên cuda yên Almanyayê (Berlin, Nordrehin Westfalen û Rheinland-Pfalz) xebat û çalakî werin lidarxistin. Wekî her sal dê çalakiyên rengîn û curbicur di nav bernameya me de cih bigirin û xebatên komeleya me zêdetir derkevin pêş. Bi vê awayî, em bendê ne ku bala kes û derdorên eleqedar bikişînin û wan dawet bikin ji bo beşdariyekê çalak.
Bi xebat û pêşkêşiyên duzimanî (DE/KU), xwarinên kurdî, mûzîka kurdî, cil û bergên kurdî, kevneşopî û zaravayên kurdî, hunera kurdî û serkeftinên kurdan di cîhana fîlmên navneteweyî û navçandî de dê bên pêşkêşkirin û temsîlkirin.
Ji bo pirs û pêşniyarên we, em bi dilxweşî û her dem li benda we ne. Ji kerema xwe bi van riyan xwe bigihînin me:
bi telefonê 030 – 81797365,
bi faksê 030 – 81797366 û
bi emailê li ser kurdischekulturtage@yekmal.de
Em li benda beşdarbûna we ne û bi kêfxweşî pêşwaziya we li çalakiyên xwe dikin
Tîma Rojên Çanda Kurdî 2022