caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Zübeyde Polat, rêvebera şaxa Yekmalê di xwepêşandana Herfordê de: Em jî mîna we beşeke vê civakê ne

Roja şemiyê 10ê Sibatê li bajarê Herfordê bi sernavê ”Mil bi mil li dijî faşîzmê” li dijî Tundrewiya Rastgir xwepêşandanek hat lidarxistin. Di vê çarçoveyê de rêvebera şaxa me ya li Herfordê Zübeyde Polat ji xwepêşanderan re gotarek pêşkêş kir.

Rojnameyên Almanî yên herêmî Westfalen-Blatt û Neue Westfälische di nûçeyên xwe de bal kişandin ser gotinên hevkara me Zübeyde Polat. 

Hevkara me got, ”Mixabin em Kurd faşîzm û dîskrîmînasiyonê baş nas dikin. Helbet AfD ne alternatîveke ji bo Almanyayê. Ji ber ku em hemî dizanin ku vê îdeolojiyê berî 91 salan Almanya ber bi kû ve bir – ber bi kuştin û koçberkirina bi mîlyonan, ber bi wêrankirina tevahiya welêt bir.

Zübeyde Polat 50 salin li Almanyayê û 46 salin jî li Herfordê dijî. Di xwepêşandanê de wê got: “Em dixebitin, bac didin û her tiştî dikin da ku demokrasî, pirrengî û jiyaneke wekhev û civakî pêk were.”

Rêvebera şaxa Yekmalê ya li Herfordê di berdewamiya axaftina xwe de got: “Em jî mîna we hemûyan beşek in ji vê civakê. Ji ber ku ev der welatê me ye. Em dê nehêlin ku koçber werin vegarndin, em dê nehêlin ku em bên tirsandin!”

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG