Rêveberîya Berlînê di peymana koalîsyona 2016 derfet afirand ku, zarok di dibistanan de Kurdî jî hîn bibin.
„ Koalîsyon dê konzeptekî ji bo teşwîkkirina pirzimanî di warê perwerde de pêş bixe. Aktîvîteyên bi zimanê Tirkî, Arabî, Kurdî û zimanên rojhilatê Ewrûpa tên zêdekirin. Ji bo wan zimanan derfet tê afirandin ku, wek zimanê biyanî yê yekemîn an jî duyemîn werin hîn ki- rin û wek zimanên ezmûnan werin bikaranîn.” (Peymana koalîsyonê ya 2016-2021, R. 14).
Ji ber ku dersa Kurdî di dibistanan de were dayîn, komel û sazîyên Kurdan komxebatek pêk anîn.
Yekmal rêveberîya vê komxebatê dike.