caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Hûn jî Zarokên Xwe Qeyd Bikin Waneyên Zimanê Kurdî di Dibistanên Berlînê de

Kurdisch AG platformeke sivîl a civaka kurd e ku li Berlînê ji sala 2016’an vir ve bi beşdariya 11 saziyên civakî di bin pêşengiya Yekmalê de xebatek taybet ji bo destpêkirin û pêşxistina waneyên kurdî di dibistanan de dimeşîne. Pêkhateyên platformê demeke dirêj bû ji bo pêkanîna armanca xwe xebatên dîplomatîk û pratîk dimeşandin. Piştî gelek xebat û çalakiyan, koalîsyona rêveberiya Berlînê 2016’an de bi awayekî fermî pejirand ku kurdî li gel hinek zimanên din wekî waneyên ziman di dibistanan da dikarin werin dayîn (Peymana Koalîsyonê, 2016-20121, r.14). Her wiha, di civînên din de li gel rêveber û berpirsiyarên Senatoyê, biryar hatiye girtin ku waneyên kurdî bi awayekî fermî û bi piştgiriya aborî û hiqûkî ya Senatoyê dikarin dest pê bikin ji Sibata 2019’an pê ve.

Ji bo ku di hemû dibistanên ku zarokên kurd perwerdehiya xwe jê digirin de waneyên kurdî werin destpêkirin, gelek girîng e ku pêşî malbat bi xwe, paşî jî sazî, komele û pêşengên civaka kurd yên ji her çar aliyên Kurdistanê bi hev ra piştgiriya vê xebatê bikin.

Eger hûn jî bixwazin zarokên we ji vê derfetê sûdê wergirin, ji kerema xwe dokumenta li ser lînka jêr (ku tenê 3-4 deqqe dem digire) dagirin.

Forma Serlêdanê ji bo Waneyên Zimanê Kurdî

Ji niha ve mala we hezar cara ava ji bo piştgirî û beşdariya we.

Kurdisch AG

Pêkhateyên Kurdisch AG:

  • Yekitiya Malbatên ji Kurdistanê li Berlîn (YEKMAL)
  • Destdan e. V.
  • Institut für Sprache und Kultur der Kirmanc (Zaza)-IKK-e.V.
  • Kurdische Gemeinde Berlin Brandenburg
  • Kurdische Gemeinde in Deutschland
  • Kurdistan Kultur- und Hilfsverein e.V. (KKH)
  • Kurdische Lehrer, Sozialarbeiter und Sozialpädagogen
  • Kurdisches Jugend Zentrum e. V.
  • Kurdisches Zentrum
  • Lernen ist Licht
  • Navdem

Têkilî

AG-Kurdisch ℅ Yekmal e.V.

Waldemar Str. 57

10997, Berlin

E-mail: kurdischeag@yekmal.de

Tel: (030) 616 25 848

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG