caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmalê bi awayeke serkeftî Civîna xwe ya hundirîn ya salane li dar xist

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê di rojên 24 – 26ê Mijdarê de civîna xwe ya hundirîn „Klausurtagung“ ya 2023 bi awayeke serkeftî li avahiya “Diversity Lab” ya li Wendisch Rietzê pêk anî.

Di hevdîtina van 3 rojan de, rêveberên beşan, şaxan û projeyên Yekmalê yên li seranserê Almanyayê beşdar bûn. Mijara civîna hundirîn ya îsal pêşkeftina sazimangerî û stabilîzasyona şax û beşan bû. Bername ya civînê ji aliyê Philipp Lahrmann ji Akademiya VAMOS ya IMAP GmbH ve hat birêvebirin.

Di atmosfereke aram û berhemdar de, aliyên curbicur ên sazimangeriya xebatên komeleyê ji aliyê beşdaran ve hatin gotûbêjkirin. Bala me ne tenê li ser rewşa heyî, lê li ser pêşkeftinên pêşerojê jî bû.

Danûstandineke bi coş hebû, bi taybetî li ser nexşeya komeleyê (Organigram), arasteya pêşerojê ya Akademiya Yekmalê, perspektîfên stabilîzasyona şaxên nû yên Yekmalê û herweha girîngiya pêşxistina projeyan û avakirina strukturên dîjîtal. Rêveberan li ser van hemû xalan li hev kirin û bi vî awayî encama civînê hat bidestxistin.

Beşdarên civînê ji rojev, naverok û pêvajoya rêxistinî ya civîna hundirîn gelek memnûn bûn û bi hêztir jê derketin. Tevî rojeva sereke, bernameyeke çandî ya bi mûzîk, dîlan û danûstandinê jî hebû. Herwiha derfet ji beşdaran re çê bû ku bi hev re li ser fikrên xwe biaxivin.

Em ji dil spasiya Philipp Lahrmann ji Akademiya VAMOS ya IMAP GmbH dikin ji bo piştgiriya mezin û herweha em spasiya hevkarên xwe dikin ji bo bi hev re karkirina baş. Ev civîn û hevdîtin serkeftî bû.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG