caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal li Rheinland-Pfalzê di nava dêûbavên Kurd û zarokên wan de du rapirsiyan dide destpêkirin

Di çarçoveya projeya „Empowerment kurdischer Kinder / Hêzdarkirina Zarokên Kurd” de, şaxa me ya li Mainzê, di nava dêûbav û zarokên wan de du rapirsiyan li seranserê eyaleta Rheinland-Pfalz-ê dide destpêkirin.

Zarok wek xwendekarên dibistanên Almanyayê dikarin di rapirsiya yekem de ezmûn, bîr û dîtinên xwe yên li ser nijadperestiya li dijî kurdan parve bikin. Herweha dayik û bavên wan jî dikarin di rapirsiya duyemîn de sedem, pêşveçûn, encam û bandorên dûrxistina xwendekarên Kurd di dibistanên Almanyayê de binirxînin.

Rapirsiya yekem rasterast bi xwendekarên Kurd ên Rheinland-Pfalz-ê re ye. Di rapirsiya yekem de Yekmal dixwaze, di nav tiştên din de, lêkolînê li ser reftarên nijadperestî hem li hember zarokên dibistanê yên ku beşdarî vê rapirsiyê dibin, hem jî li hember hevpolên wan bike – bi taybetî jî serpêhatî, birînên psîkolojîk ên ji ber helwêstên nîjadperestî. Herweha em dixwazin pêşniyazên çareseriyê ji perspektîfa zarokên dibistanê bibînin.

Rapirsiya duyem ji bo van dayik û bavên Kurd e ku zarokên wan li dibistanên Almanyayê yên Rheinland-Pfalz-ê dixwînin. Dê pirs li dê û bavan bê kirin derbarê serpêhatiya pêwendiya di navbera zarokên dibistanê de, pêwendiya di navbera dêûbav û zarokan de herweha pêwendiya di navbera dêûbav û xebatkarên dibistanê de.

Tirs, rexne, hêvî û pêşniyazên dê û bavên Kurd ji bo çareserkirina reftarên nijadperestî yên ji aliyê hevpol û mamostayan herweha xebatkarên dibistanê, dê bibin encamên girîng ên lêkolîna me ya zanistî.

Ji bo şaxa me ya li Mainzê girîng e, nijadperestiya dij-kurd ya ku ne tenê di nav mezinan de, di nav zarok û ciwanan de jî bi zelalî tê dîtin, were eşkerekirin, nîqaşkirin û çareserkirin.

Em careke din spasiya piştgiriya darayî ya aidFIVE gGmbH û “Deutsche Soziallotterie” dikin ku derfeta vê projeya pirsalî ji me re avakirin. Em ji hevkarên xwe yên vê projeyê re serketinê dixwazin û bi hêviya encamên kêrhatî ne.

Ji bo berhemdarî û pêbaweriya zanistî ya projeyê, em daxwaz ji hemu dêûbav û zarokên beşdar dikin ku bi awayekî vekirî, zelal û rast bersiva pirsên van her du rapirsiyan bidin. Rastbêjiya we dengê me ye, serkeftina me ya hevpar e.

Ji bo beşdarî û agahiyên bêhtir derbarê herdu rapirsiyan ji kerema xwe bi şaxa me ya li Mainzê re bikevin têkiliyê:

Bürogemeinschaft

Walpodenstraße 10, 55116 Mainz

Büro:  06131 – 90 52 65

Mobil:  0163 – 521 9350

E-Mail: buro-mainz@yekmal.de

 

 

 

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG