Di 16 û 17ê Hezîrana 2023’an de Rêxistinên Xweser ên Koçberan li Hannoverê civiyan. Foruma Wekhevî ya Rêxistinên Koçberan bang kiribû ku ji bo 2 salên pêş Encumena Berdevkan bê hilbijartin û ji bo xebatên pêşerojê armancên xwe diyar bikin. Bi nûnertîya Yekmalê, Xanima Cornelia Resulis wek berdevk hat hilbijartin.
Nêzî 250 rêxistinên xweser ên koçberan li seranserê welat di nav “Landesverbänden des Paritätischen Wohlfahrtsverbands” xwe organîze kirine. Der Paritätische yek ji şeş komeleyên xêrxwazî yên li Almanyayê ye û ji hêla siyasî û mezhebî ve serbixwe ye. Ew di heman demê de rêxistina sîwanê ye ji bo gelek rêxistinên karûbarên rêveberîyê – MSO li Almanyayê ku piştgirîya pîşeyî û nûnertîya siyasî di komeleyê de peyda dikin.