caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal di Civata Giştî ya Tora Dêûbavan a Federal de

Komeleya me roja 26ê Çileyê li Berlînê beşdarî Civata Giştî ya Tora Dêûbavan a Federal ya Rêxistinên Koçberan ji bo Perwerde û Beşdariyê (bbt) bû.

Ev salek e Yekmal endamê çalak ê Tora Dêûbavan a Federal e. Di pêşerojê de, em ê bi rêya Tora BEFaNê ku Yekmal kordînatorya wê dike, hevkariya xwe bi bbt’ê re xurttir bikin.

Di Civata Giştî de, desteya nû ya rêveberiya bbt’ê hat hilbijartin. Em desteya nû pîroz dikin.

Tora Dêûbavan a Federal ji bo torsaziya di navbera Tor û komeleyên dêûbavên koçber li seranserê Almanyayê de kar dike. BBT komeleyek pispor e ji bo mijarên perwerdehî û beşdarbûnê de. Ew ji bo pêşvebirina demokratiyê û siyaseta perwerdehiya dadperwer li ser asta Almanyayê xebat dike û xwe wekî berdevkê berjewendiya dêûbavên xwedî paşxana koçberiyê dibîne li ser asta Almanyayê. Armanca wê ewe ku astengên li pêşiya beşdariya dêûbavan di pergala perwerdehiyê de hilweşîne û ji bo wekheviya perwerdehiyê hewl dide. Weke pirekê ye di navbera dêûbavan û siyasetê de, ji bo ku Dîskrîmînasyon, nîjadperestî û kêmasiyên ku di pergala perwerdehiyê de hatine tespîtkirin bikevin rojevê û beşdarî li rakirina wan bike.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG