Dema ku me di îlona 2022-an de şaxa xwe ya li Bremenê ava kir, me soz dabû ku di demeke nêz de bibin cihê çûyin û hatinê ya malbatan. Em niha soza xwe pêk tînin û cihê xwe yê ku me di Sibata 2023-an de kirê kir, vediguherînin navenda danûstandina malbatan. Navend wê navçandî û pirzimanî be. Ev projeya ku me daye ber xwe bi piştgirîya darayî û alîkarîya Weqfa VINCI pêk tê. Bi bicihanîna projeyê cihê me li gor hewcedarî û pêwistîyên malbatan tê avakirin.
Paralel bi avakirinê re, em dest bi çalakîyên xwe yên cûr bi cûr dikin. Wekî nimûne projeya me ya danûstandina niştecîhên kevn û nû yên Bremenê – ku ji aliyê Senata Bremenê ji bo Karûbarên Civakî, Ciwanan, Entegrasyon û Werzişê tê piştgirîkirin. Wekî din kursên MiA dê dest pê bikin – ku ji alîyê Sazîya Koçber û Penaberan ya Federal – tê piştgirîkirin. Herweha li navenda me wê dersên Kurdî bên dayîn. Bi rêya van projeyan ji bo koçberan derfetên têkilîya bi civaka li vir re tên afirandin, karîna wan ya bi zimanê Almanî pêş de diçe û şansê wan ji bo beşdarbûna jiyana civakî bêhtir dibe.
Em ji bo hemû ziman û çandan vekirîne û bi dilgermî malbat û kesan vedixwînin da ku beşdarî kar, proje û çalakîyên me bibin û bi me re şikil bidin şaxa me.
***
Français:
Yekmal Brême, un point de rencontre pour les familles avec des offres variées
Lorsque nous avons établi notre site à Brême en septembre 2022, nous nous sommes engagés à devenir rapidement un lieu d’accueil pour les familles. Nous tenons parole et transformons notre local que nous avons mis en service en février 2023, en un lieu de rencontre familial interculturel et multilingue. La réalisation du projet se fait grâce au soutien financier et à l’accompagnement personnel de la fondation VINCI-Stiftung für gesellschaftliche Verantwortung. La mise en œuvre du projet permet d’aménager notre local de manière adaptée aux familles.
Parallèlement à l’aménagement, nous reprenons nos diverses offres et activités. En font partie le projet de rencontre entre les anciens et les nouveaux habitants de Brême – soutenu par la sénatrice pour les affaires sociales, la jeunesse, l’intégration et le sport à Brême -, la réalisation des cours MiA – soutenus par l’Office fédéral pour la migration et les réfugiés – et le cours de kurde pour adultes. Ces projets permettent de créer des opportunités de contact entre les migrants* et la société d’accueil, d’accroître leurs compétences en allemand et d’améliorer leurs chances de participation à la vie sociale.
Les familles et les personnes de différentes cultures et couches sociales sont les bienvenues chez nous. Vous pouvez volontiers vous impliquer dans notre travail, nos projets et nos activités et contribuer à façonner notre site.