caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal beşdarî şahiya havînê ya Komîseriya Beşdarbûn, Întegrasyon û Koçberiyê ya Senatoya Berlînê bû

Em bi kêfxweşî roja 3ê Tîrmeha 2024an beşdarî şahiya havînê ya Komîseriya Beşdarbûn, Întegrasyon û Koçberiyê ya Senatoya Berlînê ya bi rêveberiya birêz Katarina Niewiedzial bûn.

Vê şahiyê firsendeke baş da me da ku em bi berpirsyarên Întegrasyonê, nûnerên siyaset û rêveberiya Berlînê, rêxistinên koçberan û gelek dost û hevparên Yekmalê re werin ba hev û biaxivin.

Mijareke sereke ya bernameyê Tundrewiya Rastgir bû. Pirsa rola rêxistin û destpêşxeriyên koçberan derbarê wê de di rojevê de bû. Rêvebera Yekmalê Günay Darici di axaftineke xwe ya spontan de tekez kir ku nîşandana helwesteke xurt li dijî Nijadperestî û Tundrewiya Rastgir ne tenê erkê civakên koçber e, divê wek erkeke civaka piranî jî bê dîtin.

Herweha rêvebera me amaje bi wê yekê jî kir ku 1.5 milyon Kurd li seranserê Almanyayê û derdora 200.000 li Berlînê hene. Lê gelê Kurd hê jî ji bo gelek çalakiyan li derve tê hîştin û nayê dîtin. Weke mînak jî bangên Înîsiyatîfa ji bo Hilbijartina Ewropayê ku ji zimanê Kurdî re nehatin wergerandin.

Spas ji bo lidarxistina vê şahiya xweş a havînê!

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG