caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal beşdarî gotûbêjeke Encumena Civakî ya Polonî bû

Roja Înê 26ê Çile ya 2024 komeleya me Yekmal beşdarî îvênteke gotûbêjê bû ku ji aliyê Encumena Civakî ya Polonî “Polnischen Sozialrats e. V.” ve li Berlînê hatibû organîzekirin.

Ev gotûbêj bi sernavê “Ewlekarî wek şertek ji bo yekbûn û beşdariya koçberan – Siyaset, rêveberî û civaka sivîl li Berlînê dikarin kîjan tevkariyê bikin?“ bi hevkariya Navenda Viadrina ya Lêkolînên Polonî û Ukraynî Frankfurt/Oder li salona Weqfa Zarokan a Kreuzbergê pêk hat.

Cornelia Resulis, cîgira rêvebera Yekmalê li ser mijara “Nijadperestiya Dij-kurd” axaftinek sereke kir û bal kişand ser bûyerên heyî bi taybet êrîşa li dijî penaberên Kurd ên li kampa Tegelê di Cotmeha 2023’an de. Ev tenê yek doz e ku bi eşkere hatiye dîtin. Bûyerên nijadperestî û êrîşên li dijî penaberên Kurd hema hema li hemu kampên Berlînê rû didin. Ev bûyer gelek caran di navendên din ên girêdayî BAMF‘ê û Sazîya Dewletê ji bo Karûbarên Penaberan li Berlînê (LAF) de tên dîtin.

Di vê îvêntê de, Elçin Yalçin parêzera li beşa Şêwirmendiyê ya Yekmalê jî amade bû. Ew jî xwediyê ezmûneke berfireh e li ser rewşa penaberên Kurd li Berlînê.

Di îvêntê de herweha Koray Yilmaz-Günay ji Komeleya Encumena Koçê, Nursemin Sönmez ji Tora  Rêxistinên Almanyaya Nû, Jian Omar endamê partiya Kesk di Perlemana Berlînê de û Ingo Sieber ji ofîsa Komîsyona Herêma Berlînê ya li dijî tundiyê beşdar bûn û li ser mijarên rojevê axivîn.

Di dawiya bernameyê de mûzîkjen “Erdem” ku ew bi xwe jî yek ji van penaberên Kurd bû ku li kampa Tegelê rastî êrîşa nijadperestî hatibû, tevî sazê xwe hin berhem pêşkeş kirin û beşdaran jî bi hev re dîlan kirin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG