caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekmal beşdarî festîvaleke Bad Kreuznachê dibe

Komeleya me Yekmalê roja şemiyê 6ê Tîrmeha 2024 bi awayekî serkeftî beşdarî festîvala taxa Pariser Viertel a bajarê Bad Kreuznachê bû.

Tîma me ya xwebexiş li bajarê Bad Kreuznachê karî bi standa xwarinê ku bi xwarin û vexwarinên teze hatibû xemilandin, bala mêvanan ji bo xwarinên kurdî bikşîne.

Hevkara me Leyla Kara, rêvebera Yekmalê ya bajarê Bad Kreuznachê tabloyekî dara jiyanê ji zarokan re çê kir. Gelek zarokan şopa destên xwe û navên xwe li ser tabloyê xêz kirin.

Çalakiyek din a Yekmalê performansa Tembûrê ya koma me ya projeya ciwanan bû tevî du mamostayên xwe ku destûr ji wan re hat dayîn bi Kurdî (kurmancî û kirmanckî) stranan bibêjin.

Em spasiya tîma xwe ya xwebexiş a ji bajarê Bad Kreuznach, hevkara me Leyla Kara û her du mamostayên  muzîkê Yuksel Aslan û Huseyin Kara dikin ji bo keda wan. Herweha ji bo pêşkêşkirina muzîkê em spasiya koma xwe ya ciwanan dikin.

Spasiyek taybet ji Paritätischer Wohlfahrtsverband û Quartiermanagement a bajarê Bad Kreuznachê re ji bo piştgiriya wan a mezin.

Komeleya me ya Yekmalê niha li Bad Kreuznachê serperiştiya komeke mezin a zarokan, komeke ciwanan û komek dê û bavan dike ku fêrî amûra muzîkê ya Tembûrê dibin û stranên kurdî yên xweş dibêjin. Niha 27 xwendekarên me hene. Em bi hêviya çalakiyên din ên mezin in.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG