caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Yekemîn civîna Tora BEFaNê ya 2024an hat lidarxistin

Yekemîn civîna Tora BEFaNê ya îsal di 15ê Sibata 2024an de pêk hat. 16 nûnerên rêxistinên cuda, di nav wan de endamên nû yên wek Meehr e.V., Loom e.V. û Club Dialog e.V., beşdarî civînê bûn.

Rojeva civînê berfirehkirina Torê bû di aliyê pisporî û û saxtarî de. Beşdaran di sê odeyên serhêl de, bi awayek çalak li ser rola Torê ya navbeyinkar nîqaş kirin û derbarê mijara ka Tor çawa dikare çêtir piştgirî bide hevparên xwe, axivîn. Di heman demê de behsa vê yekê hat kirin ka hevparên Torê dikarin çawa piştgiriya BEFaNê bikin.

Yek ji girîngtirîn mijaran ku niha gelek komeleyan eleqedar dike, pirsgirêka kêmbûna piştgiriya darayî, kêmbûna çavkaniyên mirovî û dijwariyên xebatên dilxwaz e. Ji bo ku bi van dijwariyan re rû bi rû bibin, hin hevparên Torê dê bi hev re tevbigerin û bi hev re bixebitin, Tora BEFaNê jî piştgiriya wan dike.

Ji bilî van mijarên sereke, mijarên din ên ku bi xebata hevparên Torê re têkildar in, hatin nîqaş kirin:

  • Berfirehkirina Torê: Yekxistina rêxistinên koçber û komên ziman ên din
  • Qada Têkiliyên Giştî ya Tora BEFaNê û hevparên Torê
  • Pêşvebirina beşa zimanê zikmakî (Erstsprachenunterricht)
  • Beşdariya dêûbavan

Encamên civînê dê bikevin nav xebatên demên pêş ên Tora BEFaNê. Spas ji hemî hevparên Torê re ji bo danûstandina hilber û îlhambexiş.

Civîna bê ya Tora BEFaNê dê di 2ê Gulana 2024an de, demjimêr 13-15 bi awayek serhêl pêk were.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG