caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Xwendina bi deng jî dikare pirzimanî be!

17ê Mijdarê, Roja Xwendinê ya bi deng e li tevahiya Almanyayê. Koma lîstikan a duzimanî ya bi navê “Bi min re bilîze” ku girêdayî şaxa Essenê ya Yekmalê ye, di vê rojê de li navenda civînan a Weberplatzê beşdarî bernameyeke xwendinê bû.

Zarokan guhdariya rêbera koma xwe ya “Bi min re bilîze” Leyla kirin. Dê û bavan jî karîbûn bizanin ka çima xwendina bi deng a pirzimanî ji bo pêşketina zarokan ew qas girîng e.

Xwendina bi deng nêzîkbûnê çê dike, peyvsaziyê fireh dike, konsantrasyonê pêş ve dibe, îlhamê dide xeyalan û hevsoziyê xurt dike. Lêkolîn nîşan didin ku zarokên di temenekî biçûk de ji wan re tê xwendin, paşê bi xwe jî dibin xwendevanên baş.

Eger hûn bi xwendina bi deng a pirzimanî re eleqedar in, em temaşekirina vê vîdyoyê pêşniyaz dikin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG