caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Xebatkarên Yekmalê serdana parlamenterê SPD Hakan Demîr kirin

Di 4’ê Tîrmeha 2024’an de komek mezin ji xebatkarên Yekmalê serdana parlamenterê Bundestagê ji Koma SPD’ê Hakan Demîr kirin. Birêz Demîr berê em wek “Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê – Yekmal e.V.” vexwendibû danûstandinekê.

Em bi Parlamenter Hakan Demîr re li ser rewşa kesên xwedî paşxana penaberî û koçberiyê yên bêyî mafên rûniştinê axivîn. Herweha me ji wî re behsa van kêmasiyên strukturel kir ku di dema pêşkêşkirina projeyan de rastî saziyên civakî yên kurdan tên.

Piştî danûstandinê, birêz Demîr di nava avahiya Bundestagê de rêberiya me kir û hinekî li ser dîroka Reichstagê û karûbarên endamên Bundestagê ji me re axivî. Em pir kêfxweş bûn bi vê vexwendinê û em dixwazin hevkariya xwe ji Neukölln wêdetir kûr û berfirehtir bikin. Ji bo vexwendin û pevguhertina balkêş em spasiya Hakan Demîr dikin.

Hakan Demîr nûnertiya navçeya Neuköllnê ya Berlînê dike û ew wek namzedê rasterast ji bo Bundestagê hatiye hilbijartin. Di heman demê de, ew di Lîjneya Navxweyî û Lîjneya Malbat, salmendan, Jin û Ciwanan de kar dike.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG