Di sala 2024’an de, hevpeymaniya sendîkayan û hevbendiya xweseriya zayendî tevî komeleya me Yekmal ji bo 8ê Adarê Roja Navneteweyî ya Jinan li Berlînê banga xwepêşandanê dikin.
Em dixwazin êdî di civaka xwe de beşdariya wekhev a kesên civaka ”FLINTA” pêk bînin. Gelek tişt hene ku bêne kirin: jin bi gelemperî ji sedî 18 kêmtir ji mêran qezenc dikin û piraniya karên lênêrînê yên bêpere, wek lênêrîna zarokan û hemşîretiyê digirin ser xwe. Di hemu biwaran de, bi pranî ew bi awayê Nîvdem (Part-Time) û di karûbarên dijwar de dixebitin. Hevkarên me, wek nimûne di pîşeyên civakî de, ji sînorên xwe zêdetir dixebitin, nexweş dikevin û gelek caran jî dest ji kar ber didin.
Di dema xanenîşbûnê de em sêyekê mêran distînin. Enflasyon, polîtîkayên teserûfê û bilindbûna kirêyan bandorek giran li me dikin – bi taybet li kesên tenê, penaber û koçber ên FLINTA. Gelek kes ji me bûne qurbaniyên destdirêjiya zayendî û tundiyê – li kar, li dibistanê, li malê, li kuçeyê, li klubê an di nava çar dîwarên xwe de. Em dibêjin: Êdî bese!
Hikûmetên paşverû û otorîter li tevahiya cîhanê mafên me sînordar dikin. FLINTA ku li dijî vê yekê radiweste, piştgiriya me heq dike. Pevçûn, şer û Dîskrîmînasyon zêde dibin. Em ji bo hemû mirovan aştî, dadperwerî û perspektîfên pêşerojê dixwazin.
Bi awayeke femînîstî, hevgirtî û sendîkayî , em bi hev re di Roja Navneteweyî ya Jinan de dadikevin meydanan:
- Em bi hev re li hember dij-femînîzmê û Tundrewiya Rastgir tekoşîn dikin.
- Em ji bo xweseriya zayendî û fîzîkî tekoşîn dikin.
- Em ji bo baştirkirina şert û mercên xebata xwe û xurtkirina danûstandinên kolektîf û hevbiryariyê tekoşîn dikin.
- Em ji bo ku karûbarê lênêrînê bi dadperwerî were dabeşkirin tekoşîn dikin.
- Em li hember paşveçûna polîtîkaya wekheviyê û bednavkirina polîtîkaya zayendî tekoşîn dikin.
Em ê rê nedin xwe ku parçe bibin- em bi hev re bi hêz in!
Em daxwaz dikin:
- Êdî ciddî bin: heqê wekhev ji bo karê wekhev!
- Meaşên baş bi danûstandina kolektîf – li her derê! Piştgiriya hevkarên ku di grevê de ne!
- Şert û mercên xebatê û mûçeyên çêtir ji bo qadên tendirustî, perwerde û karûbarên civakî!
- Mafê wekhevî û xweseriya şêwaza jiyanê ji bo her kesî!
- Bila qanûna § 218 li ser me biryar nede!
- Parastin li hember destdirêjiya zayendî ya li cihê kar û tundiya zayendî!
Werin xwepêşandanê:
Bi hev re em bi hêz in – di 8ê Adarê de bi hevkar, heval, cîran û malbata xwe re derkevin!
Roja hevdîtinê: 8ê Adara 2024
Dem û Cih: 11:30, Oranienplatz
Zêdetirî 100 sal in ku jin* û piştgirên wan li seranserê cîhanê bi boneya Roja Navneteweyî ya Jinan dadikevin qadan û daxwaza baştirkirina şert û mercên jiyanê û xebatê dikin. Di xwepêşandana me de cihê dij-cihûtî, nijadperestî û transfobya tune ye. Her cure alên neteweyî nexwestî ne.