caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Waneyên Kurdî li Dibistana Anna Lindh

Bi destpêkirina serdema perwerdehiyê ya sala 2019-2020, waneyên kurdî jî vê heftê dest pê dikin li Dibistana Anna Lindhê ku tekane dibistan e li Berlînê ku waneyên kurdî tê dayîn. Waneyên kurdî ev du sal bûn ji aliyê komeleya me Yekmalê tê birêxistin û îsal dibe sala sêyemin.

Piştî xebateke dûr û dirêj di bin banê Komxebata Kurdî (Kurdisch AG) de, Senatoya Berlînê bîryar girtibû ku kurdî jî bi awayekî fermî were fêrkirin di dibistanên Berlînê de wek zimanê dayikê. Dibistana Anna Lindh yek ji wan dibistanan e ku ew ê waneyên kurdî ji aliyê Senatoyê were dayîn. Amadekariyên Senatoya Berlînê di vê warê de berdewam in. Heta amadekarî xilas bibin, komeleya me dê waneyên kurdî bidomîne.

Malbatên dixwazin zarokên wan kurdî hîn bibin, dikarin rojên pênçşemê saet 13.00’an li gel zarokên xwe werin dersa kurdî li Dibistana Anna Lindhê.

Malbatên ku zarokên wan diçin dibistanên din eger bixwazin li dibistanên wan jî waneyên kurdî hebin, dikarin bi me re bikevin têkiliyê. Ji bo têkiliyê

AG-Kurdisch c/o Yekmal e.V.

Waldemar Str. 57

10997, Berlin

E-mail: kurdischeag@yekmal.de

Tel: (030) 616 25 848

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG