caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Waneyên Kurdî di 3 Dibistanên Berlînê de Fermî Dest Pê Kirin

Yek ji daxwazên sereke ya civaka kurd li Berlînê îsal pêk hat û waneyên kurdî bi awayeke fermî di dibistanan de dest pê kirin. Bi destpêka sala perwerdehiyê ya 2019’an ve, di sê dibistanan de waneyên kurdî yekem car bi awayekî fermî hatin vekirin ji aliyê Senatoya Berlînê. Yek ji wan dibistanan Anna Lindh Grundschule ye ku, ev du sal bûn komeleya me bi dildarî waneyên kurdî didan. Navê dibistanên din jî Lemgo Grundschule û Otto Wels Grundschule ye ku her du jî li navçeya Kreuzbergê ne. Statûya fermî ya waneyên kurdî, wekî hemû zimanên din ên bin banê “waneyên zimanê dayikê” de  ye û heftê 2 saet e. 

Em wek komeleya Yekmalê û serkêşê platforma Kurdisch AG, ku ji aliyê 11 sazî û komeleyên kurdan ve hatibû avakirin ji bo xebata waneyên kurdî li dibistanên Berlînê, bi vê destkeftinê gelek serbilind in û spasiya xwe pêşkêş dikin hemû sazî, dezgeh, komele û kesan ku piştgiriya wan pir girîng bû di vê xebatê de. Her wiha em spasiya taybet dikin rêveber û berpirsiyarên partiyên hikûmeta Berlînê û Senatoya  Berlînê ji ber keda wan. Destpêkirina waneyên kurdî bê piştgiriya wan çênedibû.

Armanc û plana Senatoya Berlînê ew e ku sala pêş, di zêdedir dibistanan de waneyên kurdî hebin. Lê ev yek girêdayî lêxweyîderketin û beşdarbûna civaka kurd e. Divê malbatên kurd di van sê dibistanan de heta dawiya salê zarokên xwe bişînin waneyên kurdî. Di dibistanên din de jî divê malbat daxwaza fermî ji rêveberiyên dibistanên xarokên xwe bikin ji bo waneyên kurdî. 

Di vê mijarê de qet şik û gumana me tune, ji ber ku lekolîna me ya derbarê ziman û jiyana civaka kurd li Berlînê nîşan dabû kû %89.4ê beşdarên lêkolînê gotibûn ew ê zarokên xwe bişînin waneyên kurdî heke di dibistanên wan de dest pê bike. Lewma hêviyên me xurt in ji malbatan ku li zimanê xwe xweyî derkevin. 

AG Kurdisch

  • Yekitiya Malbatên ji Kurdistanê li Berlîn (YEKMAL)
  • Destdan e. V.
  • Institut für Sprache und Kultur der Kirmanc (Zaza)-IKK-e.V.
  •  Kurdische Gemeinde Berlin Brandenburg
  • Kurdische Gemeinde in Deutschland
  • Kurdistan Kultur- und Hilfsverein e.V. (KKH)
  • Kurdische Lehrer, Sozialarbeiter und Sozialpädagogen
  • Kurdisches Jugend Zentrum e. V.
  • Kurdisches Zentrum
  • Lernen ist Licht
  • Navdem

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG