Me bi kêfxweşî vekirina cihê xwe yê nû ji bo Beşa Alîkariya Perwerdeyî ya Seyar pîroz kir li Neuköllnê bi beşdariya mêhvanên xwe yê rêzdar, hevkarên xwe û nûnerên sazî û komeleyên me yên piştgir. Di vekirinê de, rêvebera komeleya me Günay Darici axaftinek kir û kêfxweşiya xwe anî ziman ji bo vekirina cihê nû û girîngiya wê ji bo komeleya me. Her wiha, berpirsiyarên beşê, Cornelia Rasulis û Gulcan Incî jî axaftin kirin û agahî dan derbarê xebatên di bin banê beşa xwe de û plansaziya xwe ya pêşerojê.
Komeleya me li gorî qanûna §§ 29, 30 û 31 SGB VIII. alîkariya perwerdeyî ya seyar dide. Beşa me ya bi navê Alîkariya Perwedeyî ya Seyar li gorî aliyên xurt ên kesan û bi nêrîneke pirçandî dixebite. Her wiha, di vê xebatê de metod û rêbazên profesyonelî yên şêwirmendî û terapî jî tên bikaranîn. Ev beş alîkarî dide malbatan, zarok û ciwanan, koçber û pênebaran. Zimanê ku hevkarên vê beşê dikarin biaxivin ev in: almanî, kurdî (kurmancî, soranî û kirmanckî/zazakî), tirkî, erebî û farsî.
Ji bo agahiyên zêdetir û berfirehtir hûn dikarin xwe bigihînin me.
Rêveberî:
Cornelia Rasulis & Gülcan Inci
Email: hilfezurerziehung@yekmal.de
Navnîşan: Richardstr. 102, 12043, Berlin, Germany
Phone: 030 63318940
Fax: 030 63318941