caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Tîma Yekmalê ya Essenê li Perlemana Eyaleta NRW beşdarî “Pêşwaziya Pirrengî ya Keskan” bû

Di çarçoveya Hefteya Dijî Nijadperestiyê û Cejna Newrozê de, Partiya Keskan roja 14ê Adarê li Perlemana Eyaleta NRW bernameyek bi sernavê “Pêşwaziya Pirrengî ya Keskan” li dar xist û tîma Essenê ya Yekmalê jî hatibû vexwendin.

Cîgira Serokê Perlemana Eyaleta NRW Bêrîvan Aymaz, serokên Koma Keskan Verena Schäffer û Wibke Brems û cîgira Seroka Komê Gönül Eglence tevî Josefine Paul, Wezîra Zarok, Ciwan, Malbat, Wekhevî, Koçberî û Întegrasyonê beşdar bûn. Ji bilî tîma Yekmalê, nûnerên din ên saziyên sivîl yên mafên mirovan, dij-dîskrîmînasyonê yên ji bo civakek pirrreng xebat dikin, amade bûn.

Êvarek xweş û biteşwîq bû bi tevlîbûna gelek kesên nas lê di heman demê de nû. Herweha nîşanek zelal a pirrengî û hêzdarbûnê bû.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG