caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Tîma Yekmalê beşdarî çalakiyeke Encumena Întegrasyonê ya Essenê bû derbarê zimanê dayikê

Bi boneya Roja Zimanê Dayikê, Encumena Întegrasyonê ya Essenê di êvara 21’ê Sibatê de li salona encumenê bernameyek bi sernavê “Zimanê min û ez” li dar xist.

Sofia Grigoriadou ji Zanîngeha Essen-Duisburgê derbarê perwerdehiya bi zimanê dayikê pêşkêşiyek pêşkêş kir. Grigoriadou herweha di dawiya hefteya borî de li Bremenê beşdarî Sempozyûma Yekmalê ya ji bo Roja Zimanê Dayikê bû.

Bi axaftinên derbarê fêrkariya zimanê dayikê li dibistanan û pirzmanî di civaka koçberan de ku ji aliyê Muchtar Al Ghusain (Endamê Encumena bajarê Essenê ji bo karûbarên ciwan, perwerde û çandê) û Gönül Eglence (endama Perlemana eyaleta NRW ji Partiya Keskan) hatin kirin, êvarek îlhambexiş û serkeftî bû.

Tîma şaxa Yekmalê ya li Essenê ev hevdîtin weke derfet ji bo torbendî û danûstandinê dît.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG