caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Tevlî Rapirsîna me ya ji bo Dêûbavan bibin: Pirzimanî di Malbatê, Hêlîn û Dibistanê de

Pirzimanî hem xezîneyek hem jî rastiyek e bi taybetî di jiyana me ya Berlînê de. Lê belê ev yek bi heman awayî ji aliyê axaftvanên zimanên cuda nayê ezmûnkirin. Ji bo ku em baştir fehm bikin û fikreke me yê zanistî di derbarê pirzimanî di malbat, hêlîn û dibistanê de hebe, em li ser vê mijarê rapirsîneke berfireh bi dêûbavan re pêk tînin. Ev proje bi hevkariya Tora BEFaNê û Akademiya Yekmalê pêk tê. Encamên rapirsînê  roja 26ê Îlona 2024an di çarçoveya Roja Pisporiyê ya BEFaNê de dê werin parvekirin.

Rapirsîn ji bo wan dêûbavan e ku bi xwe an jî malbatên wan koçî Almanyayê kirine û herî kêm zarokek wan diçe hêlînekê an jî dibistaneke Berlînê.

Rapirsîn bi 15 zimanan hatiye amadekirin û ji bo bersivdanê tenê çend deqe pêwîst in.

Beşdarbûna we girîng e ji ber ku nêrîna we ji me re dibe alîkar da ku em pêdivî û zehmetiyên di derbarê pirzimaniya di hêlîn û dibistanan de baştir nas bikin.

Ji kerema xwe beşdar bibin û dengê xwe bidin!

https://yekmal.limesurvey.net/649752

Çiqas zêdetir dêûbav beşdar bibin, em ewqas baştir dikarin nûnertiya berjewendiyên hemû malbatan bikin.

Ji kerema xwe rapirsînê bi dêûbavên din, endamên malbatê û hevalên xwe re parve bikin.

Spas ji bo piştgiriya we!

#pêşvebirinapirzimanî #beşdarbûn #beşdarbûnadêûbavan #pergalaperwerdehiyaberlînê #perwerdekirinazimanêyekem #wekheviyaperwerdehiyê #derfetênwekhev #pirzimanî #Bihevrexurttir

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG