14ê Sibatê li cihanê weke roja evîndariyê (Valantayn) tê pîrozkirin. Di çanda kurdan de jî kevneşopiyek evînê heye. Evîndar Sêva Mêxekrêj çêdikin û weke diyarî didin hezkiriyên xwe. Sêva Mêxekrêj, sêveke xwezayî ye. Piştî ku bi mêxek (qerenfîlan) tê xemilandin bi dehan salan wekî xwe dimîne, bêhna xwe diparêze. Sêva mêxekrêj semboleke evîn û aştiyê ye.
Em jî weke Yekmal çalakiyekê ji bo roja evînê çêdikin û beşdar dikarin di vê çalakiyê de sêva mêxekrêj ji bo hezkirî û dostên xwe çêkin. Em dostên Yekmalê, Kurdistaniyên li Berlînê û her kesî ku dixwaze vê rojê bi hezkiriyên xwe piroz bike, vedixwînin Valantayna Kurdî.
Em sêv û mêxek ji bo we amade dikin, hûn jî azad in ger gul, vexwarin an tiştek taybet bi xwe re bînin. Ew ê bernameya me pirzimanî be.
Ji bo beşdariyê, ji kerema xwe navê xwe qeyd bikin li ser vê formê.