caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Sersal *2020*

Birêz hevkar, piştevan û hevalên Yekmalê,

Sala 2019’an deriyê xwe digire.

Wekî salên borî, ev sal jî bi gelek xebat û kêliyên taybet derbas bû. Em bi kêfxweşî vê salê li pişt xwe dihêlin. Em dixwazin bi kurtî behsa hinek xebatên vê salê bikin.

Yek ji wan şahiya vekirina cihê me yê nû li Richardstr. 102, li Neuköllnê ji bo beşa me ya Alîkariya Perwerdeyî ya Seyar bû ku me 12ê Îlonê bi xwarin û mûzîkê pîroz kir. Di vê rojê de gelek heval, mêhvan û cîran bûn şîrikê kêfxweşiya me.

Dîsa îsal, yek ji gavên girîng ji bo civaka kurd hate avêtin ji bo destpêkirina waneyên zimanê kurdî di dibistanên Berlînê de. Îsal yekem car waneyên kurdî bûn fermî û ji aliyê Senatoya Berlînê waneyên kurdî di sê dibistanan de dest pê kirin. Navê van dibistanan ev in:

Dibistana Seratayî ya Anna Lindh li Weddingê,

Dibistana Seratayî ya Lemgo li Kreuzbergê

Dibistana Seratayî ya Otto-Wels li Kreuzbergê

Em wek Yekmal, serkêşê platforma Kurdisch AG, ku ji aliyê 11 komeleyên kurdan hatibû avakirin ji bo rêvebirina xebata waneyên kurdî di dibisitanên Berlînê de, gelek kêfxweş û serbilind in bi vê destkeftinê û em dixwazin ji bo keda bêhempa spasiya xwe bikin hemû sazî, komele û kesên keda wan derbasbûyî ji ber ku piştgiriya wan pir girîng bû di vê destkeftinê de. Destpêkirina waneyên kurdî bê dilsoziya wan çênedibû.

Her wiha em spas dikin berpirsiyar û rêveberên partiyên siyasî yên hikumeta Berlînê pêk tînin û Senatoya Berlînê ji bo piştgiriya wan ku beyî wan ev destkeftin pêk nedihat.

Xebateke me ya din a girîng pêkanîna lêkolîna me ya bi navê Jiyan û Zimanê Kurdî li Berlînê bû ku bi hevkariya Prof. Katharina Brizic (Lêkolînera Pirzimaniyê li Zanîngeha Freiburgê) bi awayekî serkeftî bi dawî hat. Di lêkolînê de fikr û sehên kurdan derbarê mijarên mîna ziman, perwerdehî, cudagerî, aborî û xizmetgûzariyên dewletî hatin pirsîn. Encamên lêkolînê di bihara sala 2020an de ew ê wek pirtûkekê were çapkirin û belavkirin.

Her wiha, ji ber eleqe û pêdiviyên salên dawî de pêk hatin derbarê baştir naskirin û nasandina civaka kurd de, li me eyan bû ku em di bin banê komeleya xwe de bernameyek nû bi navê Yekmal Akademî bidin destpêkirin ku li ser mijarên ziman, perwerdehî û civakî, taybetî ji aliyê civaka kurdan ve, xebat û lêkolînan rê ve bibe bi hevkariya akademîsyen û saziyên akademîk re.

Xebatên din ên me serbilind dikin ev in ku me bi zanîngehên Humboldt, Freie û Potsdam re dest pê xebatan kiriye. Bo nimûne, ji bo sempozyûma her sal em li dar dixin ji bo pîrozkirina 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê, îsal em bi Zanîngeha Humboldt û Zanîngeha Freie dixebitin. Ew ê 21 û 22ê Sibatê bi serenavê Rola Ziman di Lihevhatina Civakî de sempozûma me were lidarxistin. Em ê di demek nêz de, dawetnameyê bişînin we ji bo vê sempozyûmê.

Em ji dil û can spasiya we dikin ji bo piştevanî û hevkariya we. Em ji we re saleke aram û kêfxweş dixwazin 2020an de û em hêvî dikin hûn betlaneyeke xweş derbas bikin.

Bi slavên germ

Tevahıya Tîma Yekmalê, Komeleya Malbatên ji Kurdistanê li Berlînê

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG