caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Sempozyuma Roja Zimanê Dayikê Pêk Hat

Me sempozyuma xwe ya ji bo pîrozkirina Roja Zimanê Dayikê 21 û 22ê Sibatê bi awayekî serkeftî pêk anî li Zanîngeha Humboldtê. Bi vê xebatê, me dehsaliya sempozyumên xwe ya ji bo roja zimanê dayikê jî temam kir. Em pê serbilind in ku bi riya xebatên wisa, em dikarin dengê kurdan xurttir bigihînin civaka berfirehtir a Berlîn û Almanyayê.

Mijara sempozyuma me îsal di perwerdehiyê de pirzimanî û têkiliya wê ya bi lihevhatina civakî li Berlînê bû. Sempozyum wisa hatibû amadekirin ku aktorên têkildar, mîna malbat, mamoste, dibistan, beşên mamoste-gihandinê li zanîngehan, komeleyên civakî û dezgehên dewletî werin cem hev ji bo ku bikarin perspektîf, pirsgirêk û pêşniyarên xwe bi hevdû re parve bikin. Di dawiya sempozyumê de ev armanc pêk hat.

Sempozyuma îsal li gel hevkariya Zanîngeha Humboldt-Berlinê, Zanîngeha Azad a Berlinê, Zanîngeha Exeterê, Komeleya Arbeitskreis Neue Erziehungê û Beşa Perwerdehî, Ciwan û Malbatan a Senatoya Berlinê hat lidarxistin. Sempozyum, ji aliyê Peymaniya Zanîngehên Berlînê hatibû piştgirtin di bin banê Stratejiya Tekûziyê ya hikûmeta herêmî ya Berlînê û hikûmeta federalî ya Almanyayê de.

Di encama sempozyumê de hat destnîşankirin ku divê beşên perwerdehiyê yên zanîngehan bi awayekî çalaktir li gel dibistanan û komeleyên malbatan bixebitin, bi hev re proje û xebatan bi rêve bibin ji bo ku şert û mercên dibistanan de xurttir bibin ji aliyê ziman û pêşveçûna akademîk.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG