caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Sempozyuma Pirrengî û Mafe Pirzimaniyê li Berlinê

Gelî Jin û Mêran,

Ji bo Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê di 21’ê Sibata 2019’an de, saziya me Yekmal, Yekitiya Malbatên Kurdistan li Berlînê sempozyumeke li dar dixe bi navê “Pirrengî û Mafê Pirzimaniyê di Jiyana li Berlînê de”.

Em we vedixwînin vê sempozyumê. Çalakî 21’ê Sibatê, 2019, roja Pênçşemê ji saet 09:30’ê sibehê heta 17:00’ê ye û cihê wê Nachbarschaftshaus, Urbanstraße 21 (10961) e. Qeyda sempozyûmê saet 09:00’an de dest pê dike.

Sempozyum dê wek beşek projeya lêkolîna “Ziman û Jiyana Civaka Kurdan li Berlînê”were lidarxistin. Encamên pêşîn ên lêkolînê dê werin pêşkêşkirin û nîqaşkirin di sempozyumê de. Hûn dikarin agahiyên din ên derbarê lêkolînê di vexwendinê (einladung_zur_fachtagung_mit_anmeldung) de bibînin.

Em ê gelek kêfxweş bibin bi beşdariya we. Tika ye ji bo beşdarbûnê li ser lînka jêrê qeyda xwe çêkin.

https://goo.gl/forms/jMeJSExv1RYMcyvw1

Li gel slav û rêz

Maryna Markova | Koordination der Fachtagung

M. Şerif Derince | Kordînasyona Sempozyumê

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG