caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Şandeke Zanîngeha Bambergê serdana Yekmalê kir

Komek lêkolîner û xwendekarên Beşa Zimannasiyê ya Zanîngeha Bambergê roja 16ê Tîrmehê li Berlînê serdana Yekmalê kirin. Serdan bi rêberiya serokê beşa zimannasiyê ya zanîngehê Prof. Dr. Geoffrey Haig di çarçoveya semînara wan a bi navê “ Guherîna Ziman di Konteksta Kurdî de” pêk hat.

Di hevdîtinê de, ji Yekmalê Şerîf Derince, berpirsiyarê Akademiya Yekmalê, Hamsey Bayram berpirsiyara Kîta Pîya Kreuzbergê, hevkarên me Alan Dilpak û Lerzan Jandîl du pisporên zimanê Kurdî û Hekim Kilic, hev-berpirsiyarê Navenda Malbatan a Rengînê beşdar bûn.

Mêvanên me bi taybetî xwestin derbarê xebatên Yekmalê yên çend salên dirêj di qada ziman û perwerdehiyê de, pêşvebirina zimanê Kurdî li Berlînê, zehmetî û arîşeyên derdikevin pêş û çareserkirina wan, herweha plan û perspektîfên pêşerojê ji nêz ve hayîdar bin.

Di hevdîtinê de, mijarên wek guherînên di nav zaraveyên Kurdî de, nexasim Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, û bikaranîna wan di nav xebatên pratîk ên Yekmalê de, zimanê zarokên Hêlînên Pîya û xebatên Akademiya Yekmalê di nav sazûmaniya Yekmalê de hatin nîqaşkirin.

Hevkarên me ji qad û xebatên xwe mînak dan û karê xwe pêşkêş kirin. Di encamê de danûstandineke dewlemend pêk hat. Em spasiya Prof. Haig û tîma wî dikin ji bo serdana wan a îlhambexş.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG