Komeleya me her sal bi boneya pîrozkirina Newrozê şahiyeke mezin li dar dixe tevî zarok û malbatan li Berlînê. Ev şahî vekirî ye ji bo hemû niştecihên Berlînê, çi kurd çi ne-kurd. Îsal dîsa bernemayeke rengîn û mûzîka kurdî heye ne tenê ji bo zarokan, her wiha ji bo mezinan jî. Wekî her carê, agirê Newrozê tê pêxistin û dora agirê govend tê gerandin. Di tevahiya bernameyê de, hem ji bo zarokan hem jî ji bo hemû Berlîniyan, gelek çalakî hene ji bo pîrozkirina Newroza sersala kurdan, ku li seranserî cîhanê ji aliyê kurdan ve tê pîrozkirin.
Kengî: 28.03.2020
Destpêk: 13:00 heta 18.00
Cih: Kinder- und Jugendfreizeiteinrichtung GraefeKids, Hasenheide 44, 10967 Berlin