caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Berlîn: Şahiya havînê ya beşa “Alîkariya Perwerdeyî ya Seyarê”

Roja 21ê Tîrmehê Şahiya havînê ya beşa me ya Alîkariya Perwerdeyî ya Seyarê li Berlînê pêk hat. Şahî pir balkêş bû, firset da hevkaran da ku li derveyî hawîrdora xebatê werin ba hev û wextek xweş bi hev re derbas bikin. Vê yekê jî atmosferek erênî çê kir.

Şahiyê bi gotara bixêrhatinê ya germ bi zimanê Almanî û Kurdî ji aliyê rêveberiya Yekmalê û rêkxerên beşa Alîkariya Perwerdeyî ya Seyarê – HzE ve dest pê kir. Di axaftinan de balkişandin ser girîngiya vê şahiyê û spasiya ked û xebata karmendan kirin. Vê yekê atmosferek dostane û qedirzanîn çê kir ku di tevahiya rojê de berdewam bû.

Yek ji xalên balkêş a şahiyê bufeya rengîn a bi xwarin û vexwarinan bû. Ji bo her tamekê tiştek hebû û karmend û dostên wan dikaribûn bi dilê xwe xizmeta xwe bikin. Vê yekê jî ne tenê hestê civakî pêş xist, lê di heman demê de firseta pevguhertina ramanan bi hevkarên nû, malbat û hevalên wan re çê kir û bû sedema têkiliyên nû.

Piştî xwarinê em bi hev re lîstin û dîlan kirin. Ji bilî dîlanên her çar parçeyên Kurdistanê, bîngoyeke mûzîkê jî hebû, ku sê kesên serkeftî bi diyariyên biçûk hatin xelatkirin.

Şahiya havînê ji bo Yekmalê derfetek bû ku spasiya hevkaran bike ji ber ked û xebatên wan. Ev rêbazek bû ji bo motîvekirin û nîşandana pêzanîna komeleyê ji xebatên hevkaran re.

Bi giştî şahiya havînê tevî barana giran a di vê navberê de, serkeftinek mezin bû. Şahiyê ji her kesî re derfeta bêhinvedan, kêfxweşî û têkiliyên nû pêşkêş kir. Rojeke tijî xweşî û enerjiya erênî bû.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG