caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Şahiya Cejna Newrozê ya zarokan li Essenê hat lidarxistin

Şaxa Yekmalê ya li bajarê Essenê di 24ê Adara 2024an de li Villa Rü ji bo zarokan şahiya Cejna Newrozê li dar xist.

Em bi mêvanên xwe yên biçûk û mezin re ji bo pêşwaziya hatina biharê hatin cem hev. Zarokan bi muzîka kurdî, çîrokên Newrozê, lîstik, karên hunerî û agirê virtual cejna Newrozê pîroz kirin. 

Gelek spas ji bo Saziya Karûbarên Ciwanan a Essenê ku cîhê şahiyê dabîn kir. Herweha spasiyek ji dil ji hemu kesên ku bi muzîk, çalakiyên afirîner an di organîzekirina şahiyê de alîkariya me kirin. Bêyî wan şahî ewqas xweş nedibû.

Em hêvî dikin agirê Newrozê her dem şahî û hêviyê bîne dilê me.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG