caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Şahiya cejna Newrozê ya zarok û malbatan li Bad Kreuznachê hat lidarxistin

Şahiya cejna Newrozê ya zarok û malbatan di 1ê Nîsanê de di çarçoveya Rojên Çanda Kurdî ya sala 2024an de hat lidarxistin. Ji bajarên Alzey, Bad Kreuznach, Bad Sobernheim, Bingen, Ingelheim û Mainzê gelek malbat bi kincên rengîn li navenda Quartierzentrum ya bajarê Bad Kreuznachê hatin cem hev.

Xebatkarên Yekmalê yên şaxa Rheniland-Pfalzê, Leyla Kara û Gönül Özdemir axaftinên pêşwaziyê kirin, behsa wate û girîngiya Newrozê kirin û herweha xebatên Yekmalê li bajarên xwe pêşkêş kirin. Axaftinên wan ji aliyê mamostayê dersên kurdî Îlyas Îsen ve ji bo Kurmancî hatin wergerandin.

Beşek taybet ji bernameya şahiya Newrozê pêşkêşiya Koma Govendê ya zarokan a Yekmalê bû ku di pêşkêşiya xwe de tevî stranên kurdî û govendan jiyana kurdewarî nîşanî zarok û ciwanan dan.

Piştî vê performansa zindî, koma govendê koreografiyên govendê yên ku heta niha hîn bûne bi çavên biriqandî û heyecaneke berçav pêşkêş kirin û ew bi çepikan ve hatin pêşwazîkirin.

Performansa Koma Tembûrê ya zarokan û Koma Tembûrê ya mezinan jî di bernameyê de cîh girt. Koma Tembûrê kilam û stranên kirmanckî û kurmancî gotin. Di wê demê de çepikên pîrozbahiyê di salonê de olan dan. Her di wê şahiyê de encamên kursên wêne û hunerê yên li bajarê Bingenê wek pêşengah hatin pêşandan.

Ji xeynî bufeya vekirî ku ji xwarin û vexwarinên ji aliyê malbatên vexwendî ve pêk hatibû û muzîka govendê ya balkêş, malbatan derfet dît ku hev bibîbin, hev nas bikin û bi hev re biaxivin, stranan bibêjin û govendê bigerînin.

Em ji dil spasiya her du xebatkarên xwe Leyla û Gönül û alîkar û piştgirên wan ên herêmî dikin ji bo amadekariya wan  û pêkanîna vê şahiya xweş û serkeftî. Spasiyeke din a mezin ji rêveberiya Quartierzentrum ya bajarê Bad Kreuznachê re ji bo hevkariya wan.

Em bi hêvîya şahiyên din ê xweş û serkeftî ne!

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG