Bi hatina biharê di 21 Adarê de dora 300 milion kes li seranserî cîhanê cejna Newrozê pîroz dikin. Di vê roja nû de saleke nû dest pê dike û digel wê jî xweza ji bo jiyaneke nû geş dibe. Li ba gelek gelan Nûroj (Newroz) mîna sembola roja nû tê naskirin. Rizgariya ji bin dara zordariyê ber bi azadiyê ve. Wisa jî, Newroz li ba kurdan jî cejna azadiyê û rizgariyê û nûjeniyê ye.
Em kesên kurd ku li Berlînê dijîn, em dixwazin ji 22 Adarê heya 29 Adarê sala 2020 em li hev bicivin û bi hevre dest pê bikin. Mîna parek ji dîrok û nûjeniya civata Almaniya, em dibînin pêwîst e ku em bi rengekî rewşenbîrî û ramyarî wê civatê ava bikin. Di çarçoveya bernameyeke çandî û hunerî de em dixwazin li Berlînê hemû rengên jiyanê û ramyariyê bijîn û nas bikin.
Di demê de bi hêzbûna hemû helkeftin bi pirbûna çand û ol û miletan pêwîst dibe ku mirov bi hev re kar bike ango em di vî Rojên Çanda Kurdî de dixwazin civateke bexşdar, vekirî, aştiyane û hevkar pêk bînin.
Ji bo bernameya Rojên Çanda Kurî ji kerema xwe li lînka jor bitiqînin.