caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Roja Navneteweyî ya Bavan 2023

Di 17ê Hezîranê de, di çarçoveya Hefteya Çalakîyên Roja Bavan a Navneteweyî de tevî deh bavên Kurd me çalakîyeke taybet li dar xist.

Bi hevkarîya „Tora Paşekewitkirina Xwarinê“ li Berlînê, me karî xwarinê ji îsrafê rizgar bikin û ji bo rojê bikar bînin. Hin bavan ji xwarinên paşekewitkirî xwarinên xweş amade kirin, komeke din jî cihek piçûk a bilind li balkona me çê kirin û yekemîn şitil li wir çandin. Niha Firingî, çîlek û giyayên cûrbecûr ên bîhnxweş li wir şîn dibin.

Du bavên ku xwedî ezmûna cotkarîyê ya berfireh bûn, zanîna xwe bi bavên din re parve kirin. Piştî ku şitil bi hezkirin hatin çandin, bav li eywanê kom bûn û çîrokên li ser zarok û nevîyên xwe ji hev re gotin.

Êvara me li Bexçeyê Cîrantîyê ya AWO bi girîlê dest pê kir. Profesorekî xanenişînbûyî rola mîrê grîlê girt ser xwe. Piştre jî me bi çoş dans û govend kirin. Di dawîya êvarê de her kes kêfxweş û razî bû.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG