caret-down caret-up caret-left caret-right

30 Jahre Yekmal

Wir suchen Verstärkung

Pirtûkçeya Yekmalê

LERNEN IST LICHT

Riza Baran Nîşana Serfiraziyê Wergirt ji Şaredariya Berlînê

Yek ji avakar û endamê komeleya me, birêz Riza Baran Nîşana Serfiraziyê wergirt ji destê şaredarê Berlînê Michael Müller. Ev nîşan her sal ji aliyê şaredariyê tê dayîn ji bo kesên bi kar û xebatên xwe yên siyasî, civakî an jî hûnerî di jiyana Berlînê de dibin sedema gûherîneke taybet û kêrhatî. Şaredar Müller got ku ew pê şad û bextewar e ku vê nîşanê dide Riza Baran ku gelek xizmet kirine di deverên cuda yên Berlînê de û spas kir ji bo keda wî.

Pîrozbahî di salona Şaredariyê Berlînê de pêk hat û gelek senator, wezîr, siyasetmedar, rêveberên dezgehên dewletî û nûnerên sazî û komeleyên civakî beşdar bûn. Rêvebera giştî ya komeleya me birêz Günay Darici û serokê berê a komeleye me birêz Xecê Akar jî mêhvanên şaredariyê bûn ji bo pîrozkirina birêz Baran. Di pîrozbahiyê de birêz Darici bi şaredarê Berlînê birêz Müller û Wezîrê Çandê ya Senatoya Berlînê birêz Dr. Klaus Lederer re axivî û soza piştgiriyê girt ji bo xebatên komeleya me. 

Riza Baran Kî Ye?

Riza Baran 1ê Adarê 1942’yan de li gundê Tabiroglu ya li ser Kirsehirê li Tirkiyê hatiye dinyayê û sala 1963’an hatiye Elmanyayê ji bo xwendina zanîngehê. Ji dema xwe ya xwendekariyê heta niha di gelek kar û xebatên ji bo kurdan û gelên civakên din ên koçber li vê welatê de cih girtiye. Avakirina dehan sazî û komeleyan de serkêşî kiriye û komeleya me yek ji wan e. Di meclîsa şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê de gelek salan wek endam kar kiriye. Her wiha di meclîsa Berlînê de bûye parlementer. Di hemû kar û xebatên xwe de ji bo pêkanîna çandeke aştîyane û demokratîk nav civakan de ked daye. Rola wî girîng e di serfirazî û destekeftinên mafên koçberan de li Berlînê.

Em wek komele, bi vê nîşaneya birêz Baran serbilind in û cihê bextewariyê ye ku kurd di hemû qadên jiyanê de civaka xwe temsîl dikin û pêş ve dibin.

Serlêdan ji bo Dersên Kurdî li Dibistanê

TORA KURDÎ

Rengîn Navenda Malbatan

Meldebogen für Vorfälle

NEUBIHAR

FORSCHUNG